• DOLAR 32.39
  • EURO 34.626
  • ALTIN 2385.41
  • ...
Kerwana Umûdê ya Êlihê dest bi xebatên "qurban"ê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Umûdê ya Êlihê ya ku  navê xwe bi xebatên alîkarîyê yên ku li nava welêt û derveyî welêt dike dide sehandin, îsal jî di bergeha xebatên Îda Qurbanê de dest bi xebatan kir.

Serokê Kerwana Umûdê ya Êlihê M. Alî Işik destnîşan kir  ew xebatên Îda Qurbanê dane destpêkirin  û bedela qurbanan îsal 800 tl ye.

Işik di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin di navbera kesên xêrxwaz ên ku dê qurbanên xwe serjê bikin û di navbera feqîr û jaran de bibin pir.

Işik her wisa diyar kir dirûşmeya wan a îsal a xebatan "Em Qurbanên Xwe bi Umûd re Parve Bikin" e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Serjêkirina qurbanê bo tesîskirina biratî  û ulfeta di nava civatê de muhîm e. Di vê îdê de jî em wek her sal qurbanên xwe bi Kerwana Umûdê bidin jêkirin. Em amade ne ku bo xêrxwazan bibin alîkar. Kesên xêrxwaz ên ku dixwazin wekaletên xwe bidin me dikarin bi telefonê jî  wekaletê bidin me û dikarin ew bi xwe jî werin komelê. Bedela serjêkirina qurbanan îsal 800 tl ye."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir