Gelo ew ê Kiliçdaroglu îstîfa bike?
Piştî hilbijartinên ku berî vê du rojan hatin kirin re tê diyarkirin ku ew ê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îstîfa bike.
Hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê di 24ê Hezîranê de hatin kirin û encam jî eşkere bûn. Piştî encamên nefermî tê axavtin ku ew ê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îstîfa bike.
Ev îddîaya îstîfakirina Kiliçdaroglu ji teref hinek rojnamevanên ku nêzî CHPê ne ve tê bilêvkirin.
Lijneya Birêvebirinê ya Navendî ya CHPê ew ê îro di seat 11.00an de bicive.(ÎLKHA)