• DOLAR 32.382
  • EURO 34.74
  • ALTIN 2406.562
  • ...
Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyîyan ve hatin qetilkirin hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş, Turan Yavaş di 6-7ê Cotmeha 2014an de û Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya-Derê û Endamê HUDA PARê Aytaç Baran jî di 9ê Hezîrana 2015an de ji teref PKKyîyên hov û wehş ve hatibûn qetilkirin. Yasîn Boru hevalên wî û Aytaç Baranê ku ji teref PKKyîyan ve hatibûn qetilkirin li ser qebrên xwe ji teref naskirî, dost û hevalên wan ve hatin ziyaretkirin û yadkirin.

Vedat Turgutê Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê û namzedê parlementerîyê yê Edenê yê HUDA PARê jî çû serdana kesên ku hatin şehîdkirin.

"Qetilkirina wan a dilê me şewitand"

Mehmet Baranê bavê şehîd Aytaç Baran ê ku hatibû ziyareta lawê xwe derbarê mijarê de diyar kir "Însan mahzûn û dilzîz dibe. Qetilkirina wan a dilê me şewitand. Xweda heqê van xortan ji wan re nehêle. Însan çi qas vanan dibîne kezeb li ser wan dişewite. Lê belê şehadeta wan sebrê dide me. Lewra ew wek Misliman şehîd bûn."

Bav baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir di vî wextî de xwedîkirina kesekî mîna Aytaç bi zehmet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em bi ewladên xwe serbilind in. Ez jê pir razî bûm, Xweda jî jê razî be."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir