• DOLAR 32.281
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2466.592
  • ...
Di 3 salên dawî de 51 hezar zarokên ku îltîcayê Ewropayê kiribûn winda ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor xebatên hatine kirin, agahî ji 51 hezar û 433 zarokên koçber ve ku di navbeyna sala 2021-2023an de bêrefaqetwan çûne Ewropayê naye girtin.

Tê texmînkirin ku ev zarokan ya ketine bin destê rêkxistinên sûcê an jî bê dilê xwe tên şixulandin.

Hejmara herî zêde yê zarokên koçber ên windayî bi 22 hezar û 899an kesan li Îtalyayê hat qeydkirin. Piştî Îtalyeyê bi dorê Awistirya (20 hezar û 77), Belçîka (2 hezar û 5) û Îsvîçre (1226) tên. Hejmara zarokên windayî yên li Yewnenîstan û Polonyayê nayê zanîn.

Ji ber ku 13 ji 32 welatan di çarçoveya lêkolînê de dane nedane, tê texmîn kirin ku hejmara rastîn "gelek zêdetir" e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir