• DOLAR 32.425
  • EURO 34.614
  • ALTIN 2376.508
  • ...
 "Xelkê me dê me tercîh bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aydin Gokê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê yê ku HUDA PAR piştgirîyê didiyê  li ser Kolana 8emîn dikandaran ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir. Di dema ziyaretê de esnafan bi dil can Aydin Gok ezimandin.

Di dema ziyaretan de ji esnaf û ji xelkê re pusulayên dengdayînê hatin belavkirin û ji kesên ku nizanin xwendin û nivîsandinê re rewşê îzah kir. Aydin Gok piştî ziyaretan derbarê mijarê de nirxandinan kir û diyar kir ew problem û zehmetîyên xelkê guhdar bikin.

"Em hewl didin xwe bigihjiînin temamê welatîyan"

Gok di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em him li navend û him jî li gund û navçeyên Êlihê ziyaretên xwe didomînin. Em hewl didin xwe bigihjiînin temamê welatîyan. Em hewil didin wê ferqa ji bêderfetîyan derketine holê ji rastê rabikinç. Ji ber vê yekê  em yek bi yek dikandaran ziyaret dikin û em diçin gund û dikandaran."

 "Em ê dengan zêde bistînin û înşaallah em biçin meclîsê"

Gok di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelk teweccuheke ciddî nîşanî wî didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di netîcê de welatî ji hev dipirsin. Di vî warî de welatî û hemşehrîyên me şanseke mezin dideynin ber me. Daxwaz û tespîtên wan me kêfxweş dike. Ji ber wê yekê ew ê ziyaretên me yên dikandaran berdewam bike. Heta ji me bê em ê temamê esnafan bigerin û em ji wan re qala bernameya xwe bikin. Em di vî warî de hêvîdar in û înşallah ew ê xelkê me me tercîh bike û em ê biçin meclîsê."(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir