• DOLAR 32.428
  • EURO 34.688
  • ALTIN 2392.43
  • ...
Li Êlihê qezaya trafîkê: 5 mirî 10 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Otomobîl û qamyonetek li ser Rêbeja Êlih û Sêrtê li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Qeza doh êvarî derdora seat 21.00an de li ser Rêbeja ÊLih-Sêrtê li nêzî gundê Kosetarla pêk hat hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  otomobîl û qamyonetek li ser Rêbeja Êlih û Sêrtê li nêzî gundê Kosetarla li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesên bi navê Agîd Turhan (26), Hîcran (30), Mustafa (5) û Turan Gornu û Helîn Taniş  jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr û rewşa exlebeyê wan giran e.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir