• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Li Filistînê qetlîama siyonîstên îşxalker berdewam dike: 32 şehîd 2 hezar û 850 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di xwepêşanên ku di 30ê Adarê hatibûn tertîpkirin xortekî Filistînî yê bi navê Mervan Avad Kudeyh bi şikleke giran birîndar bûbû. Hat ragihandin xortê Filistînî yê ku giran birîndar bûbû şehîd bû. Digel vê şehîda dawî hejmera kesên şehîd derket 32an.

Li gor agahîyên ku hatin wergirtin ji roja ku xwepêşan dest pê kirin vir ve tev de 2 hezar û 850 Filistînî jî birîndar bûne.

Siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabikin. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn." Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Piştî van bûyeran 30ê Adarê wek Roja Axê hat îlankirin. Piştî 42 salan di salvegera 'Roja Axê' de xwepêşanên "Meşa Mezin a Vegerê' tên lidarxistin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir