• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
 "Filistîn birîna alema Îslamê ya ku hêj nehatiye girtin e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya Pêwendîyên Derve ya HUDA PARê ve derbarê "Meşa Mezin a Vegerê" û derbarê Filistînîyên ku ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin şehîdkirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de wiha hat gotin: "Filistîn birîna alema Îslamê ya ku xwîn jê tê ye. Li vê dinyaya ku lê zalim desthilatdar in, divê alema Îslamê bi xwe wê birîna xwe ya ku hêj nehatîye girtin bigre, ji vê pê ve tu rêya rizgarîyê tune ye."

"Sedema sereke ya di van demên dawî de zêdebûna êrîşên siyonîstan Amerîka bi xwe ye"

Di berdewama daxuyanîyê de di bîran hat xistin ku "siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabike. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn." Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Piştî van bûyeran 30ê Adarê wek Roja Axê hat îlankirin. Piştî 42 salan di salvegera 'Roja Axê' de xwepêşanên "Meşa Mezin a Vegerê' hat lidarxistin. Di wan xwepêşanên ku hatin lidarxistin de ji teref çeteyê terorê ya siyonîst ve 15 birayên me yên Filistînî hatin şehîdkirin û nêzî 400 birayên me jî birîndar bûn.  Sedema sereke ya di van demên dawî de zêdebûna êrîşên siyonîstan Amerîka bi xwe ye. Lewra serokê Amerîka di 6ê Berfanbara 2017an de îmze avêt bin bûyîna Qudsê ya paytexta siyonîstan û piştî vê qerarê çeteya terorê ya siyonîst  zexta xwe ya li ser xelkê Filistînê zêdetir kir."
 

"Li vê dinyaya ku lê zalim desthilatdar in, divê alema Îslamê bi xwe wê birîna xwe ya ku hêj nehatîye girtin bigre"

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin Neteweyên Yekbûyî di vî warî de kêrî tiştekî nayê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: "Filistîn birîna alema Îslamê ya ku xwîn jê tê ye. Li vê dinyaya ku lê zalim desthilatdar in, divê alema Îslamê bi xwe wê birîna xwe ya ku hêj nehatîye girtin bigre, ji vê pê ve tu rêya rizgarîyê tune ye. Ji ber vê yekê divê temamê welatên Îslamî yên ku fikara wan a Qudsê heye divê problemên navxweyî di bingeha edaletê de çareser bikin û dev ji berjewendîyên millî û îxtîlafan berdin û li dora Qudsê werin ba hev. Naxwe dibe ku welatên Îslamê û ummet li rasta bobelatên mezintir were. Di serî Tirkîye û her wiha temamê welatên Îslamê divê temamê peymanên ku bi çeteyê terorê ya siyonîst re îmze kirine betal bikin û temamê pêwendîyên xwe yên bi wan re qut bikin û di her qadê de li dijî siyonîstan dest bi mueyyîdeyan bikin."

Di dawîya daxuyanîyê de bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li Mislimanên Filistînî xwedî bê derketin û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: " Em ji Xwedê Teala bo wan birayên xwe yên ku şehîd bûne rehmet û bo wan kesên ku birîndar bûne jî şîfayê teleb dikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir