• DOLAR 32.241
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2421.744
  • ...
Di heqê 85 leşkerî de biryara binçavîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeyserî wek navend li 18 bajaran di çarçoveya lêpirsînên rêxistina FETO de derbarê 85 personelên leşkerî de operasyon hat destpêkirin.

Di çarçoveya jêpirsîna ji teref Serdozgerîya Komare ya Qeyserîyê ve hat destpêkirin de hat hînkirin ku hin endamê rêxistinê li ser xeta têlefonê ya ankesor bi hevre ketine têkiliyê.

Ji ber beşdarî faliyetê rêxistina FETO bûbûn di heqê 38 kesan de berya niha îşlem hatibû kirin, 2 kes hatibûn îxrackirin, 2 kes hatibûn karbeskirin, 6 xwendekarên dibistanên leşkerî elwqeya wan ji mektebên wan hatibû birîn û 37 leşkerê wezîfedar bi tevahî di heqê 85 personelê leşkerî de biryara minçavîyê hat derxistin.

Polêsê Qeyserîyê derbarê gûmanbaran de Qeyserî wek navend li 18 bajaran di heman wextê de operasyon da destpêkirin. Hat îfadekirin ku jê hinek gûmanbar hatine binçavkirin û operasyon dewam dikin. (ÎLKHA)  

Bu haberler de ilginizi çekebilir