• DOLAR 32.196
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2516.079
  • ...
Ji HUDA PARê derbarê rojevê de daxuyanîyên girîng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref HUDA PARê derbarê mijarên girîng de nirxandina rojevê ya hefteyê hat kirin. Di nirxandina rojevê de cîh hat dayîn zêdebûna îstîsmarkirina zarokan, parastina malbatê, Mexdûrên 28ê Sibatê, biryarên darazê yên bi brînfîngan, mexdûrên daraza FETO û di warê daraza ji nû ve de daxuyanîyên girîng hat dayîn.  

Di nirxandina HUDA PARê de behsa zêdebûna berdan û kêmbûna zewacê hat kirin û hat îfade kirin ku sala 2017an li gor salek berê hejmara kesên dizewicin ji sedî 4.2 kêm bûye û hejmara berdanê jî derdora ji sedî 2 zêde bû ye. Di nirxandinê de hat îfade kirin ku ji sedî 40ê verdanê di 5 salê ewilde çêdibe.

"Li ser navê parastina malbatê midaxeleya dadgeh û qereqolê ne rast e"

Di berdewama nirxandinê de wiha hat gotin: "Dema ew xebatên ku ji bo belavkirina jirêderketîbûnê tên kirin û li rasta tu astengîyan nayên û bi şikleke eşkere dikin, rêjeya sûcên zayendî yên ku zêde dibin û îstîsmarên zayendî yên ku li zarokan tên kirin tev de bên nirxandin rewş nîşanî me dide/derdikeve holê ku sazîya me ya malbatê, nirxên me yên exlaqî, yên civakê û ewlehîya neslê bi xetereyeke pir mezin re rûbirû maye. Di xirecirek herî bûçûk de ya di navbera malbatê de li ser navê parastina malbatê hûn bi dadgeh û qereqolê midaxele bikin wê ev encamê derkeve. Vê yekê derxist holê ku ev sepandina ne sepandinek rast e. Lewra piştî qanûna parastina malbatê ket sepandinê hejmara şîddeta li hember jinan zêdetir bû."

"Bi RUTUKê parastina malbatê nemimkun e"

Di nirxandina rojevê de hat îfadekirin ku sedemên malbatê xira dike di serî de bêîmkanîya maddî, bê manewîyat û di gel vana bê exlaqî û bêbawerî tê û wiha hat gotin: "Di serê tiştên malbatê xira dikin de weşanên fûhûş û zînayê teşwîqdike, bêexlaqî û bêbawerî tê. Di nav civakê de ewqas tiştên malbatê tehdît dikin hene, lê belê tu kes li ser wan nasekinin û tenê dixwazin bi qanûnan pêşîya vî tiştî bigrin. Heta ku bingeha vî tiştî neye vekolînkirin û weşanên bêexlaqîyê pêşkêşî gel dike ji holê neyên rakirin tedbîrên tên girtin tev valanin. Ji bo tedbîrên rast bên girtin lazim e di serîde bingeha pirsgirêkan bê tesbîtkirin. Lewra em li welatekî ku dema zîna bi dahatê bê kirin serbest e û tu pirsgirêk tineye dijîn. Ji xwe mewzûatek weşanê ya malbatê biparêze jî tineye, wê çawa bi RUTUKê têkevin pêşîya van bêexlaqîyan. Li her derê welêt her kes bê asteng dikarin têkevin sîteyên bêexlaqî û ji bo vê yekê jî tu pirsgirêk tineye. Temamê bîlgîsayar û telefonên biaqil bûnin wek wesaîta gunehan."

"Lazim e temamê tiştên ku teşwîkî bal zînayê dike wek sûç bên qebûlkirin"

Di berdewama nirxandinê de hat îfade kirin ku hewceye mal, can, dîn, aqil û nesla gel bê mihafeze kirin û ji bo parastina wan çi tedbîr hewce bike bên kirin û wiha hat gotin: "Li hember îstîsmara zayendî ya li zarokan, tenê zêdekirina ciza ne çareserî ye. Di serî de lazim e RTUK ewil Qanûna Parastina Malbatê biguhere û temamê tiştên teşwikî bal zîna û bêexlaqîyê dike wek sûc bihesibîne, bi taybetî ji bo parastina ciwanan lazim e temamê bêexlaqîyên li ser înternetan tên kirin û tiştên ciwanan ber bi heramiyê dikşîne wek sûc bê qebûl kirin û li hember tiştên wisa tedbîrên hewce bên girtin û di warê perwerdehîyê de li gor nirxên me perwerdehîyek baş bê dayîn. Li hêladin lazim e zewaca meşrû bê teşwîk kirin û ciwanên ji ber îmkanên maddî nikaribin bizewicin ji wan re alîkarî bên kirin û di şûna yasayên berdanê rehet dikin de yasayên malbatê li cem hev dihêle û wan dikin yek de yasa bên derxistin. Ji bo kesên hatine nîrê berdanê divê li miftîtîyan komîsyonên malbatê xelas dikin bên amadekirin û ji bo yekîtîya malbat û civakê lazim e Saziyên Civakî yên Sivîl bên xistin nav mijarê û ew jî çi ji destê wan bên bikin."

"Daraza FETO û 28ê Sibatê gelek kesên dîndar mehkumî cizayê hepsê yê muebetê kir"

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ev 21 sal di ser darbeya postmoderen ya 28ê Sibatê de derbas bû û hêjî gelek kes bi zilmî û neheqî ev 22 salê wan e bi derqanûnî di zîndanan de ne û wiha hat gotin: "Daraza FETO û 28ê Sibatê bi brîfîngên derqanûnî gelek însanên dîndar cizayê muebetê dan wan. Tenê ji ber nasnama xwe ya Îslamî gelek kesên misliman ev serê 20 an 25 salê wan e di zîndanan de ne. Lê belê heta niha tu çareserî ji bo wan nehatîye kirin û mexdûrîyeta wan her roj diçe zêde dibe."

"Dereng be jî dayîna talîmateke wisa dilxweşîyê dide"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî darbeya 15ê Tîrmehê li Konyayê gotibû: "Niha ev 5, 10, 15 salê kesên FETO ew mexdûr kirine di zîndanan de ne". Piştî daxuyanîya Serokomar raya giştî ketibû nav hêvîyek mezin.                                      

Di berdewama axaftinê de cîh hat dayîn van gotinan: "Demek berê Serokomar di hevpeyivînekê de gotibû, 'ji wê çaxê de ji ber biryarên wan dan kesên li mafên xwe digerin henin', bi vî awayî hêvîya mexdûran zêdetir kir. Li ser pirsekê di warê wê tu gav bên avêtin an? Birêz Serokomar îfade kir ku wî di vî warî ji bo edalet were cîh talîmat daye. Dereng be jî dayîna talîmateke wisa dilxweşîyê dide. Lê belê piştî hêvîyek wisa heger tu gav neyên avêtin wê zilm û neheqîya heta vê rojê hatîye bikşîne gelek deran."    

"Heta ev hafiza gemarê neyê paqijkirin darazeke ji nû ve wê tu encamê neguherîne"

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku: "Heta hafiza kesên bi Îslam û nirxên Îslamî re micadele dikirin û camîayên Îslamî wek rêxistinên terorê didan nîaşandan neyê paqijkirin daraza ji nûve vala ye". Lewra hê jî komele o camîayên Îslamî gelekên wan yên ku ji teref rêxistina FETO û Ergenekonê wek rêxistinên terorî hatibûn nîşandan hêjî ew biryarên FETO û Ergenekonê nehatine dirustkirin.   

Di berdewama daxuyanîyê cîh hat dayîn van gotinan: "Sepanên van tiştan di mulaqat û vekolînên ewlehîyê de eşkere derdikeve holê. Hin kovar û STKayên bi tu awayî neketine nav tu sûcan miamela terorê dibînin. Kesên beşdarî faliyetên van komele û kovarana bûbin û digel faliyetên wan tev fermî be jî di vekolînên ewlehîyê de wek sûc derdikeve pêşîya wan û wan nagrin kar, kesên di kar de bin jî, ji kar tên derxistin. Heta ev tiştên ku daraza FETO, Ergenekonê û 28ê Sibatê kirîye neyên paqejkirin darazek ji nû ve bê kirin jî wê tu encam jê dernekeve. Ji bo edalet were cî lazim e dewlet lîsteyên ku wan bi xwe amade kirine ji nûve qontrol bike û camîayên Îslamî yên ne terorîste ji nav wê lîsteyê derbixe. Ji ber vê yekê divê lîsteya terorê were nûkirin û ji bo vê yekê çi hewce bike bê kirin."

"Emê koka cemaetan derxin"

Di dawîya nirxandinê de hat îfade kirin ku dema Perînçek ji girtîngehê derket gotibû emê koko temamê camîayên Îslamê yên li Tirkîyeyê faliyata dikin derxin û niha elametê tiştên Perînçek digotibû hêdî hêdî derdikeve holê û wiha dawî li nirxandinê hat kirin: "Tiştên hatin kirin derxist holê ku dema ji girtîngehê derket gotina emê "koka temamê cemaeta derxin" û piştî vê yekê gotina wî ya ku di heqê darazê de gotibû "daraza Tirkîya niha wextê xwe yê zêrînî dijî" lazem e neyê ji bîr kirin. Dozgerên di vê zîhnîyetê de dema muebetên nû bidin guneh û webalê wê tev di hustuyê îxdîtarê de ye.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir