NATO: Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyêçareser bike
Sekreterê Giştîyê NATOyê Stoltenberg derbarê operasyona Efrînê de diyar kir " Tu welatên ku endamên NATOyê ne bi qasî Tirkîyê marûzî êrîşên terorê nebû. Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyêçareser bike."
Jean Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê di civîna çapemenîyê ya ku li qerargaha NATOyê ya li Brukselê li dar xist de derbarê operasyona Efrînê de destnîşan kir Trikîye heftîya borî derbarê mijarê de NATOyê agahdar kiriye û dû re wiha got: "Tu welatên ku endamên NATOyê ne bi qasî Tirkîyê marûzî êrîşên terorê nebû. Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê çareser bike."
Ew ê îro Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê bê tertîpkirin û ew ê Wezîrê Parastinê Nureddîn Canîklî wek temsîlkarê Tirkîyê beşdarî civînê bibe. Canîklî ew ê di hevdîtina ku bê kirin de bi mewkîdaşê xwe yê Amerîkayî James Mattîs û bi Stoltenberg re hevdîtinê bike.(ÎLKHA)