Wextê tercîha dersên bijartî di 15ê Sibatê de bi dawî dibin
Wextê tercîha dersên bijartî yên bo xwendekarên ku di dibinstana navîn de dixwînin di 15ê Sibatê de bi dawî dibin.
Li gor nivîsa ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Dibistana Navîn a Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve hat şandin ew ê birêveberîya mektebê herî zêde karibe 10 dersan hilbijêrin û ev ders heftiya ewil a heyama perwerdehîyê de li ser e-mektebê bê parvekirin.
Ew ê hilbijartina dersan li gor daxwaza xwendekaran bê kirin û di pergela e-mektebê de bê qeydkirin.
Her wiha hat hînbûn wextê tercîha dersên bijartî di 15ê Sibatê de bi dawî dibin.(ÎLKHA)