• DOLAR 32.402
  • EURO 34.681
  • ALTIN 2385.985
  • ...
Li Efrînê 2 leşkerên Tirkîye û 2 leşkerê OSOyî jîyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

TSKyê derbarê opersyona Efrînê de daxuyanî da û destnîşan kir ku 2 leşker û 2 mensûbên OSOyê jiyana xwe wenda kirine û 15 leşker jî birînda bûne.

Derbarê mijarê de ji teref TSKyê ve daxuyanîyek hat dayîn û di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ji teref Hêzên Hewayî yên Tirkîyê ve li dijî  mewzî, şikeft, barexane û depoyên sîlehan yên PKK/PYD-YPG û IŞÎDê êrîş hatine rast kirin û bi temamî 42 hedef bi bi 22 balafirên herbê hatine îmhakirin. Piştî êrîşa asîmanî 22 balafirên herbê bi ewlehî vegerîyan.

Di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku: "Di çarçoveya herekatê de di pevçûnên 27ê Çileya 2018an de yên li dijî PKK/ PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê 2 leşkerên Endamê Hêzin Tirk yên kehreman şehîd bûn û 11 hevalên me yên qehreman jî sivik birîn dar bûn. 2 mensûbên Artêşa Sûriyeyê ya Azad şehîd bûn û 4 mensûbên wê jî sivik birîndar bûn."

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku: "Di çarçoveya herekata Çiqlê Zeytûnê de li gor agahiyên ji çavkanîyên deverê hatine bidestxistin îro: herî hindik 53ê endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê hatine berterefkirin û heta niha bi temamî 447 mensûbên rêxistina terorê hatine berterafkirin." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir