Hejmara leşkerên ku li Bidlîsê ji ber aşîtê jiyana xwe ji dest dan derket 5an
Hat ragihandin li Bidlîsê di encama aşîta ku ket de hejmeraleşkerên ku jiyana xwe ji dest dan derket 5an û 12 leşker jî birîndar bûn.
Li gundê Încîrlîya Hîzana Bidlîsê aşît li ser leşkeran de ket. Di encama aşîta ku ket de 5 leşker jiyana xwe ji dest dan 12 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Bidlîsê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin 21ê Çileyê di seat 12.20an de di dema xebatên lêgerînê de li gundê Încîrlîya Hîzana Bidlîsê aşît bi ser leşkeran de ket. Ji ber bûyera ku pêk hat de 5 leşker jiyana xwe ji dest dan û 12 leşker jî birîndar bûn.
Li gor daxuyanîya navên leşkerên bi rutbe yên ku jiyana xwe ji dest dane wisa ye: Ferruh Kulaoğlu, Hilmi Öz, Durmuş Tek, Yüksel Kapdan, Ali Taştepe.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)