Birêveberîya Kurdistana Iraqê derîyên sînorê dê dewrî Baxdayê bike
Birêveberîya Kurdistana Iraqê bi daxuyanîya ku belav kir ragihand ew ê derîyên sînoran ên bi Tirkîye û Îranê re dê teslîmî birêveberîya navendî bikin.
Debarê mijarê de daxuyanî ji teref Îhsan eş-Şammarîyê şewirmendê Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî hat dayîn.
Şammarî di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir : "Ji ber ku Birêveberîya Kurdistana Iraqê dixwaze dawî li qeyranê bîne û makeqanûnê wek hakem qebûl kir qerar hat dayîn bo dewirkirina derîyên sînoran û teslîmkirina birêveberîya balafirgehan komîteyeke bilind bê damezrandin. Referamdûm di mazîyê de ma."(ÎLKHA)