• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Quds îmana me tîne bîra me"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sîwereka Rihayê ji teref Şaredarîya Sîwerekê ve paneleke bi navê " Qudsa Rûmeta Ummetê" hat tertîpkirin. Nivîskar Mehmet Goktaşê ku beşdarî bernamê bû derbarê ehemîyet û girîngîya Qudsê de diyar kir "Quds bo alema Îslamê bo nefesekê ye û îmana me tîne bîra me."

"Quds îmana me tîne bîra me"

Birêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş di axavtina xwe ya ku li panelê kir de derbarê Qudsê de diyar kir "Quds wek kona oksîjenê ya alema Îslamê ye" û dû re wiha axivî: " Ji wê derê ji kezebên Îslamê re oksîjen tê pompekirin. Zen nekin ji vê derê oksîjen diçe wê derê. Em çima hewil didin, em îro li van deran çima kom dibûn? Ma em bo dewletekek din pêk bê, aleke din bê bilindkirin, pêkhatina mîrtîyekê an jî qraltîyekî hewil didin? Biya min em ji bo vê yekê hewil nadin. Dewleteke din çêbibe çi ye çênebe çi ye. Girîngî û ehemîyeta Quds û Fîlîstînê ji ya ku em dizanin zêdetir e. Bi rastî jî niha ji wê derê oksîjen tê pompekirin ji bo cegerên alema Îslamê. Ji ber vê yekê em niha dikarin nefesê bistînin, ji wir îman tê pompekirin. Dema ku em van zarokan di televîzyonê de temala dikin îmana me zêde dibe û çi wextî ku em wan dibînin tê bîra me ku em Misliman in. Quds îman û Mislimanîtîya me tîne bîra me. Quds însanetîya me tîne bîra me."

Di panela ku hat tertîpkiri  de Bulent Yildirim û Alî Oner jî axavtinekê kirin û bername bi dawî bû.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir