Otobus dakete bihurêka jêr a rêwîyan: 5 kes mirin, 15 kes birîndar bûn
Li Rûsyayê otobus kete bihurêka jêrîn a rêwîyan, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Moskovaya paytexta Rûsyayê otobus kete bihurêka jêrîn a rêwîyan, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin bûyera ku pêk hatiye tu eleqeya wê bi êrîşê re tuneye û qeza ji ber ku wesayîtek pêşîya otobusê birîye ketiye bihurêka jêr.
Hat diyarkirin ajokarê otobusê hatiye binçavkirin û bo jêpirsînê hatiye birin ewlehîyê.(ÎLKHA)