• DOLAR 32.429
  • EURO 34.643
  • ALTIN 2383.458
  • ...
Di çapemenîya cîhanê de bertekên li dijî qerara Amerîka
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel tehdîd û gefxwarinên Amerîka qerara Serokê Amerîka Donald Trump a naskirina Qudsê wek paytexta siyonîstan di Lijneya Giştî  ya Neteweyên Giştî de hat redkirin ku çapemenîya cîhanê ji vê redkirinê re ciheke berfireh veqetand.

Hinek çapemenîyên cîhanê xebera redkirina qerarê ya Amerîka wisa dan weşanê:

Al-Jazeera-Qatar: Neteweyên Yekbûyî qerara Trump red kir.

The Jordan Times-Urdun: Neteweyên Yekbûyî ji gefên Washington re meydan xwand û qerarê red kir.

El-Menar-Luban: Neteweyên Yekbûyî bi 128 dengan qerara Amerîka red kir.

Reuters:  Zêdetirî 120 welatan meydan li Trump xwandin û qerara Qudsê şermezar kirin.

CNN: Qerar digel tehdîdên Amerîka bi dengeke zêde hat qebûlkirin.

New York Times:  Exlebeyê dewletên cîhanê guh nedan tehdîdên Trump û bi şikleke herî tund Amerîka şermezar kirin.

AFP: Neteweyên Yekbûyî digel tehdîdan Trump û birêveberîya Amerîka şermezar kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir