• DOLAR 32.388
  • EURO 34.595
  • ALTIN 2385.058
  • ...
 "Em dixwazin savara Mêrdînê bikin marqa cîhanê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tirkiyê di warê îxracata savarê de Mêrdîn xwediyê pareke mezin e û ji bo savara Mêrdînê bibê nîşana cîhanê gava ewil hat avêtin. Bi wê serîlêdana tescîlkirina nîşana erdnigarî tê armanckirin ku savara Mêrdînê him di nava pazara hundirê welêt û him jî di ya derveyê welêt de bi navê xwe ya taybet cî bigire.

Mêrdîn ji çaryeka savara Tirkiyê hilbiberîne û ji sedî 35 îxracata savarê Mêrdîn bi serê xwe dike. Tenê li Herêma Pîşêsaziya Organîzê ya Mêrdînê 15 fabrîqe hene.

Îxracata savarê ya herî zêde li Irak, Sûriye, Urdun, Erebîstana Siûd û dewletên rojhilatanavîn tê kirin. Savara Mêrdînê di demên dawî de di serî de tê îxrackirin li Elmanya û hin dewletên Ewrûpa jî. Armanc û hedefê Îpek Bulgûrê ya ku di dinyayê de navenda hilberînê ya herî mezin e ew e  ku îsal 5 hezar ton savar îxracî Ewrûpa bikin.       

Serokê Komeleya Savarê yê Mêrdînê Faysal Sûn destnîşan kir ku cîh û tehma savara Mêrdînê bi bêhn û siruştiya xasî xwe ji yên din cuda ye. Sûn, îfade kir ku ew li derveyî welêt li bazarê nû digerin û dixwazin para xwe ya bazara Tirkiyê jî zêde bikin û dixwazin hilberîna xwe pêş ve bibin û zêde bikin.   

"Ger em ehemiyetê didin siheta zarokên xwe divê ji vira û wê de em di sofreyê xwe de hê zêde cîh bidin savarê"

Sûn  di berdewam axavtina xwe de da zanîn ku salê li Tirkiyê mîlyonek ton savar tê hilberandin û ji sedî 25ê vê savarê li Mêrdînê tê hilberandin û dû re wiha got: " Salê 250 hezar ton savar tê îxrac kirin. Deşta Mêrdînê û Deşta Mezopotamyayê wekî tê zanîn dergûşa medeniyetê ye û axa wê pir bi bereket e. Em jî savara herî baş û bi qelîtê li ser vê axê hildiberînin. Di warê proteînê de savara herêma me ji îspenaxê bêtir hesin di xwe de digre. Li Ewrûpa ji ber çanda xwarina Helezxwer(vegan) pêşve ketiye ev jî dibe sedema nasyariya savarê. Li hêla din ji ber savar meriv têr digre û rehet tê çêkirin li temamê dewletan ji bo stokên leşkerî eleqeyek mezin dibîne. Li cîhanê genimê savarê yê herî baş li vir çêdibe. Genimê baş û bi qelîte tê wateya savara baş û bi qelîte. Li Tirkiye ji sedî 15 hilberandina savarê Mêrdîn dike. Ji sedî 30yî jî îxracatê Merdîn dike. Ji ber dewletên rojhilatanavîn yên wek Sûrî û Iraqê nêzîk in ev ji me re qezenc e. Savar di fabrîqeyan de di bin şert û mercên pir paqij de û destê kesî pê na be tê hilberandin. Ger em ehemiyetê didin siheta zarokên xwe divê ji vira û wê de em di sofreyê xwe de hê zêde cîh bidin savarê."

"Savara li Mêrdîn tê hilberandin di dinyayê de ya herî bi qelîteye"

Faysal Sûn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca xwe û wiha got: "Savara li Mêrdîn tê hilberandin di dinyayê de ya herî bi qelîteye, lê mixabin ji ber nehatiye naskirin li cîhanê ne di asta heqdikê de ye. Armanca me ew e ku em savara Mêrdînê bikin nîşana Tirkye û li dinyayê bikin savara herî bi qelîte."(ÎLKHA)

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir