• DOLAR 32.38
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2406.834
  • ...
 "Em ê wê wehşetê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyiyên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş, Hevşaredara Berê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê  Gülten Kişanak û banga Seroka Bajêr Zubeyde Zümrüt derketin kolanan bi şikleke hovane û wehşiyane Yasîn Börü, Cumalî Güneş, Turan Yavaş, , Riyad Güneş, Hasan Gökgöz û Huseyin Dakakê ku goştên qurbanan belav kirin şehîd kirin.

 Malbatên kovandar ên van şehîdên ku ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin di salvegera qetlîamê de axivîn û diyar kirin çawa ku Hz. Huseyîn li Kerbelayê hatiye şehîdkirin, zarokên me jî ji teref Yezîdan ve hatine qetilkirin û em ê vê wehşetê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

Mehmet Gökgözê bavê Hasan Gökgöz e derbarê şehadeta lawê xwe diyar kir dibe ku PKK an jî hinek kesên din vê yekê jibîr bikin, lê ew kesê ku vê yekê dijî eslen ji bîr nake û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hetanî ku ez bimrim ez ê wê wehşetê ji bîr nekim. Ez bi lawê xwe ser bilind im û bi şanaz im.Ev da'wa bê bedel nabe. Bila carek din bibe ez ê carek din lawê xwe bikim qurban. Yezîdên niha

Fîkrî Börüyê bavê Yasîn Börü ye di salvegera qetlîamê de qebra lawê xwe ziyaret kir û derbarê şehadeta lawê xwe de wiha axivî: "Xweda şehadeta tevan qebûl bike.3 sal ji ser re derbas bûn, me tu tiştî ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin. Çi qas ku tê bîra me em pê hezîn dibin, lê belê şehîdbûna wan dilê me rihet dike."

Öztekîn Dakakê bavê şehîd Huseyîn Dakak e diyar kir epw bi şehadeta lawê xwe difexirim, serbilind dibim û dû re wiha li axavtinê xwe zêde kir: " Ger Hz. Huseyîn li Kerbelayê hatibe şehîdkirin lawên me jî li vê derê Kerbelayê jiyan û hatin şehîdkirin. Wê rojê Yezîd hebûn û îro jî Yezîd hene. Hetanî ku dinya hebe ew ê Yezîd hebin û ew ê li hember van Yezîdan Huseyîn jî hebin û ew ê ev Huseyîn dê di oxira vê dozê de can fida bikin.

Hasan Güneşê birayê Şehîd Riyad Güneş e jî diyar kir kekê wî xwediyê exlaqeke baş bû û ji teref malbat û derdora xwe ve baş dihat hezkirin.

Alî Güneşê ku kekê Şehîd Cumalî Güneş e jî derheqê şehadeta birayê xwe de diyar kir wî ew wehşeta ku hatiye kirin hêj ji bîr nekiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Qatilên birayên min wek 'faîlî meçhul' derbas dibin. Ji ber ku derheqê qatilan de pêşveçûnek tuneye  me xemgîn dike."(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir