• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ger Hz. Huseyîn ji Yezîd re bîat kiribana ew ê îro ji zaliman re deng nehatibana derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bismila Diyarbekirê ji teref Serokatita Navçeya Bismilê  ji ber minasebeta salvegera şehadeta  Yasîn Börü û hevalên wî yên ji teref PKK/HDPyiyan ve di êrîşên 6-7ê Cotmehê de bi şikleke wehşiyane hatibûn kirin bernameyek hat tertîpkirin. Birêveberê Weşana Giştî yê  Doğruhaberê Mehmet Göktaş  di bernamê de axavî û diyar kir "Ger wê rojê Hz. Huseyîn ji Yezîd re bîat kiribana ew ê  îro tu kesên ku li hember zaliman dengê xwe derxistibana nemabana. Yasîn Börü û hevalên wî di vê oxirê de şehîd bûne."

 "Hz. Huseyîn  canê xwe feda kir û ummetê îhya kir"

Göktaş  di axavtina xwe ya ku kir de qala sedema çûyîna Hz. Huseyîn a Kerbelayê kir û wiha axivî: " Hz. mecbûr ku biçe wê derê, ji şehadetê pê ve tu rê nemabû. Hz. dibû ku şehîd nebûbana û jiyabana. Rêyek tenê li ber hebû ew jî ji Yezîd re bîatkirin bû.  Ger Hz. Huseyîn wî wextî ji Yezîd re bîat kiribana ew ê ne Seyîd Kutup, ne Şêx Seîd û ne jî Hesen el-Benna hebana. Ew ê tu kesî di demên teng û mbi zehmet de dê dengê xwe li ber zilma zaliman dernexistibana. Hz. Huseyîn  canê xwe feda kir û ummetê îhya kir û rêya Xweda û Resûlê Wî li ser piyan girt."

 "Ew camiaya ku Yasîn pê re hilbiweşe ew ê alema Îslamê hema yek carî xera bikin"

Göktaş  di berdewama axavtian xwe de diyar kir Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn şehîdkirin di bîran xist û wiha axivî: " Dema ku we Şehîd Yasîn, Hasan û Riyad yad kirin dîqet bikin. Xerb cara ewil ji paş ve ji rojhilat ve êrîşî vê ummetê kiriye. Ev zarok di wê êrîşa ku ji rojhilat ve hatin de şehîd bûn. Ger rê li ber wan êrîşên Xerbê yên ku ji rojhilat ve tên kirin neyê girtin, nêz e ev ummet hilweşe. Ew camiaya ku Yasîn pê re hilbiweşe, ger li vê derê mêrxas û egîdên Îslamê tunebin ew ê ew kesên bêşeref ên ku putperestiyê, bêexlaqiyê, lezbiyetî û hevzayendiyê ji xerbê anînê dê alema Îslamê hema yek carî xera bikin

 "Ew ala Îslamê ya ku divê nekeve erdê di destên însanên vê camiayê de ye"

Göktaş  di dawiya axavtina xwe de diyar kir van axan wek heremên bêqîmet nehesibînin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ev herem û axên herî bi qîmet in ku divê Îslam bê mihafezekirin. Ji cepheyeke ku me qet texmîn nedikir êrîşî me kirin; ji rojhilatê. Berî niha ji xerbê êrîşî me dikirin. Em hînî wan êrîşan bûbûn û me li gor wê tedbîrên xwe distand û em her tim li dijî êrîşan di teyakkuzê de bûn. Xweda jî wan birayên me yên ku li vê heremê di nav vê camiayê de ne bi vê wezîfeya bi şeref erkdar kir. Em ji vê yekê bawer dikin. Xweda ala Îslamê daye vê derê. Ew ala Îslamê ya ku divê nekeve erdê di destên însanên vê camiayê de ye."(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir