Serokatiya Karên Diyanetê ew ê ji bo astengdaran îmtîhana bi xelata umrê tertîp bike
Ew ê ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve di 17ê Tebaxê de ji bo kerran îmtîhanek bê tertîpkirin ku xelata wê jî umre ye.
Miftiya Bajêra Diyarbekirê Burhan Îşlîyenê ku derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir diyar kir di bergeha vê îmtîhanê de ji Diyarbekirê re 2 kontejan hatine veqatandin. Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li bajêr ji bo kesên astengdar qursên cûrbecûr vedikin û bi van qursan zarok gelek zanîstên dînî hîn dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bi vê îmtîhana ku dê bê kirin tê xwestin ku xwesteka tahsîlkirina ilmê ya zarokan bê zêdekirin. Serokatiya me ya Karên Diyanetê ji bo vê xwestekê zêdetir bike û ji bo ew kesên astengdar pişta xwe ne din jiyanê û karibin li ser piyan bisekinin van îmtîhanan tertîp bike. Ew ê îsal ji komeke astengdar re di encama îmtîhanê de xelata umrê bê dayîn û ew ê bên şandin axên pîroz."
Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de diyar kir kesên ku bixwazin têkevin îmtîhanê dikarin li miftîtiyan serîlêdanên xwe bikin û dîroka dawî ya muracatê 11ê Tebaxê ye.(ÎLKHA)