• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Li Kilîsê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li çar aliyên welêt coş û kelecana bernameyên Wîladeta Pîroz bênavber berdewam dikin. Ji teref Koordînatoriya Kilîsê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya WÎladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de Nivîskar-Lêkolîner  Îsa Guvendîk axavtinek kir. Guvendîk di axavtina xwe ya ku kir de qala bernameyên Wîladeta Pîroz kir û wiha axaivî: “Em dikarin di malên xwe de jî qala pêxemberê xwe ji cîranên xwe bikin. Em wek Evîndarên Pêxember ji bo ku Resûlullah bi bîr bînin hatin bal hev. Ya Muhammed dema ku tu nînbû yî qîzên biçûk bi saxitî dixistin bin axê. Dema ku tu nînbûyî zilm dihat kirin , heqê însanan dihat xwarin. Lê te him evditî û him jî heqiyî hinî me kir. Te ji însanan re heq dayîne jî hînî me kir.Te edalet û heqiyê hinî me kir.”

Guvendîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir me heq û edaletê ji Hz. Muhammed hîn bûn û dû re wiha pê de çû: “  Me ji Resûlê Xwedê ji heqê re teslîmbûnê, bi heqê wê ji Xweda re îbadetkirin û evdbûnê hîn bûn. Dema ku em ji zarokên xwe û ji kesên derdorê xwe re mînak didin em dibêjin kesên ku hûn ê jê hez bikin û li pey wî herin Hz. Muhammed e.”

































Bu haberler de ilginizi çekebilir