• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
"Ji ber hebûna PKKê ya li vir Tirkiyê vê derê bombebaran kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêvebirên ku diyar kirin Pêşmergê zirarê ji heraketa hewayî ya ku doh derdora saet 02.00an de li dijî Şengalê hat lidarxistin dîtiye û wek bertek diyar kirin ku ji ber hebûna PKKê ya li vir Tirkiyê vê derê bombebaran kir.

Beşar Kîkiyê Serokê Meclîsa Nînovayê êrîşa hewayî ya ku li dijî herêma Şengala Misûlê hat lidarxistin nirxand destnîşan kir ku PKK naxwaze li herêmê şer xelas bibe.

Kîkî, diyar kir ku berpirsyarê bombebarankirinê PKK ye. Dûvre Kîkî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me çendîn caran xwest ku PKK herêmê terk bike. Lê guhdariya me nekirin. Me texmîn kiribû ku dê li wir gengeşe derkeve. Di dawî de Tirkiye wê derê bombebaran kir. Rastî PKK dixwaze ku bûyer bên vê astê. PKK, naxwaze ku li herêmê şer xelas bibe. Em PKKê wek berpirsyarê vê astê dibînin. Em dixwazin ku ji Tirkiyê jî bombebaran bidawî bibe. Lewra zirarê dide gelê herêmê.”

Ji Wezîrtiya Pêşmergê daxuyanî

Wezîrtiya Pêşmergê ya Kurdistanê di derbarê ê rîşa hewayî ya ku ji teref STK vê li dijî herêma Şengala Misûlê hat lidarxistin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de 5 Pêşmergeyî jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Şehîdbûna Pêşmergê û birîndarbûna wan me xemgîn kiriye. Lêdana Pêşmergê ya ji teref balafirên şerê yê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Em dixwazin diyar bikin ku berpirsyariyên van gengeşan hêzên li herêmê yên girêdayê PKKê ne. Hebûna PKKê ya li herêmê jiyana gelê Şengal û Kurdistanê dixe xeterê.”

“Divê ku demildest PKKê ji wir derkeve”

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê demildest PKK ji herêmê derkeve. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Em carek din dixwazin ku PKK ji hawîrdora Çiyayê Şengalê derkeve û ji bo ku zêdetir pirsgirêk dernekeve û gel bi şikleke normal bijî bila dev ji van astengiyan berde.”

“Ji ber hebûna PKKê ya li vir Tirkiyê vê derê bombebaran kir”

Qeymwqamê Şengalê Mehma Xelîlê ku di derbarê heraketa hewayê de daxuyanî da wiha destnîşan kir: “PKK, gor qanûnan hereket nake. Me çendîn caran wan îqaz kir. Me diyar kir ku Şengal ji bo wan qada fealiyetê nîne. Gel diltirs e û xeteriya canê gel heye. Niha jî carek din hat bombebarankirin û mixabin Pêşmergeyê ku Şengalê xelas dikir jî di bomberanê de şehîd bû. Gelê herêmê di rewşeke zor de ye. Li Şengalê rewşeke rageş heye.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir