• DOLAR 32.203
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2454.389
  • ...
"Ev edaleteke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku encama dozê nirxand bal kişand ser kêmasiya edaletê û wiha diyar kir: “Ev edaleteke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe.”

Yilmaz, destnîşan kir pêwîst e kesên ku vê qetlîamê dane kirin û hêzên ewlwhiyê yên ku dengê xwe ji vê yekê re dernexistine jî werin darizandin.

Yilmazê ku destnîşan kir ku ev doz 3 sal û nîv domiye. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hûn heta vê wextê li pey edaletê bûn. Ev nobeta edaletê nêzî 3 sal û nîv domî û di encama vê yekê de kêm jî bibe qismen edalet pêk hat. Ev edaleke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe. Dê li wê ciyê tu kes nekare bireve.”

“Em hêvîdar in ku roj were kesên ku vê yekê dane kirin jî midaxîlê vê dozê bibin”

Yilmazê ku destnîşan kir kesên ku guh nadin vê edaletê hene wiha destnîşan kir: “Me wê çaxê di derheqê vê qetlîama ku ‘wehşiyane Yasîn Boru û hevalên wî hatin qetilkirin heke zarokên we bibûna gelo dê hûn bi vê şiklê bê eleqe bibûna?’ de wek bangewazî ji rewşenbîr, entel û saziyên ku mafên însanan diparêzin re diyar kiribû. Me lêgerîn kiribû ku çima ew di vê warê de bê deng in. Mixabin bêdengiya kesên ji vê yekê re domî. Lê birayên me yên ehlê îman piştgirî dan vê yekê.

Dîsa kêmasiya herî mezin a vê dozê ew e ku kesên dengê xwe ji vê qetlîama wehşiyane re dernexistin, hêzên ewlehiyê yên ku bersiva bangewaziyan nedan û kesên ku ji rêxistin an jî qaosê re xizmet dikin nehatin darizandin e. Pêvîst e ku ew werin dîtin û li hemberê darazê werin darizandin û cezaya ku heq dikin bistînin. Em hêvîdar in ku roj were kesên ku vê yekê dane kirin jî midaxîlê vê dozê bibin.”

“Di biryardayîn vê yekê de israra we ya şopandina vê dozê bandordar bûye”

Yilmaz ji kesên ku di heyama dozê de xwedî li dozê derketine re teşekur kir û dûvre wiha destnîşan kir: “We di heyama vê dozê de me tenê nehêşt. Di şert û mercên hewayê yên herî neyînî de jî çendîn roj hûn li vir sekinîn. Xweda ji we razî bibe. Bawer bikin di biryardayîn vê yekê de israra we ya şopandina vê dozê bandordar bûye. Heke ev doz bê xwedî bimanibûya û tu kes ji bo şopandina vê dozê nehatiba vê derê û birêz endamên çapemeniyê heke hûn nehatina vê derê wekê gelek dozên ku em bûne şahid dê ev doz jî winda bibûya biçûya. Belkû dê ceza ji yekî re bihatiba dayîn û dosya bihatina asêkirin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir