• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
"Ji operasyonên navneteweyî yên li dijî Îslamê tên lidarxistin yek jî li Tunusê tê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnamevan-Nivîskar Nevzat Çîçekê ku piştî ziyareta xwe ya li Tunusê hat Diyarbekirê ji ÎLKHAyê re qala geşedanên li Tunusê û qonaxên herî dawî yên Hereketa Nahda û Şoreşa Yasemîn kir. Çîçek diyar kir ji operasyonên navneteweyî yên li dijî Îslamê tên lidarxistin yek jî li Tunusê tê kirin.

Çîçekê ku diyar kir ku li Tunusê rewş ne baş e wiha pê de çû: “Ji operasyonên navneteweyî yên li dijî Îslamê tên lidarxistin yek jî li Tunusê tê kirin. Hereketa Nahdayê partiya yekemîn e û bi yek wezîrê tê temsîlkirin. Lê di warê navneteweyî de tê tepisandin. Bi taybet di bin navê DAÎŞ û rêxistinên din de hewl tê dayîn ku civak bitirse. Diltirsî heye gelo dê hilbijartinên şaredariyê were lidarxistin a ne. Ji sedî 95 tê texmînkirin ku dê di meha mijdarê de hilbijartin pêk were.”

“Hareketa Nahdayê, şaxa partî û ya Îslamî ji hev veqetand”

Çîçek qala terza hereketa bingeh a Hereketa Tunus En-Nedva ya ku lîderê wê Raşîd Gannuşî ye kir. Çîçek wiha destnîşan kir: “Metoda Gannuşî wiha ye; ‘Ji bo me ya eslî ew nîne ku mirov bibe îktîdar an jî hikûmet saz bike. Ya girîng ew e ku şoreş ser bikeve. Zû yan dereng dê em bibin îktîdar. Heke civak di her warê de xwedî li pêvajoya şoreşê derkeve ji bermayiyan xelas bibe ev yek ji bo me avantaj e.’ Ya duyemîn, Hareketa Nahdayê, şaxa partiyê û şaxa Îslamî ji hev veqetandiye. Heke em astengdariyên li beriya azadiyan ên di nav civakê de rakin civak zû yan direng dê mecbûr bimîne ku biryar bide. Ji ber vê yekê kesên ku siyasetê dikin heyama biryardayînê nanirxînin.”

Çîçek diyar kir ku Lîderê Tunusê Sîpsîyê ku îktîdar e diyar kiriye di Partiya Nîda de dabeşbûn çêbûye. Dûvre Çîçek wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê herkes bendewar bû ku ev dabeşbûn di Nahdayê de çêbe, hikmeta Xweda dabeşbûn di Nîdaya partiye îktîdar e de çêbû. Heta ku Gannuşî li heyatê bibe kes guman nake ku di Nahda de pirsgirêk derkeve. Ev yek ji bo îktîdariyê wek firset nayê hesibandin. Lihevhatin didome.”

Heta ku Gannuşî li heyatê bibe kes guman nake ku di Nahda de pirsgirêk derkeve”

Çîçek diyar kir ku di nav Nahdayê de dû hişmendiyên jihev cuda hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “A yekemîn kesên ku herî kêm 10 sal di girtîgehê de mane û dûvre ji girtîgehê derketine. Ji ber ku 3 kes hatine cemhev bi hev re nimêj kirine 18 sal ceza ji wan re hatiye dayîn. A duyemîn jî Hereketa Nahdayê ya ku ji kesên ku bi Gannuşî re hatine surgunkirin û wek diaspora tên navandin pêk tên. Polîtîkayên kesên ku di girtîgehê de mane dişopînin tûndtir e. Ji ber ku bedel dane û neheqî li wan hatiye kirin polîtîkaya wan tûndtir e. Kesên ji dîasporê hatine ji ber ku Xerbê baş dizanin dixwazin ku rêyeke veset bidomînin. Gannuşî van her dû hişmendiyan tîne kêleka hev. Ji ber vê yekê heta ku Gannuşî li heyatê bibe kes guman nake ku di Nahda de pirsgirêk derkeve.”

 “Armanca Nahdayê ew e ku pêvajoya şoreşê pêk bîne”

Çîçek diyar kir çiqas ew diçe Tunusê bi rêvebirên Nahayê re hevdîtin dike. Çîçek wiha destnîşan kir: “Di nav hereketê bi xwe de wek siyasî pêvajoya dûberekiyê bi zehmet derbas bibûya. Lê ev zehmetî borî. Di nav de bertekên ciddî çênebû. Di vê warê de bandora Gannuşî zêde ye.”

Faktora herî zêde ya ku Nahdayê ditepisîne rêxistina DAÎŞê ye

Çîçek diyar kir ku li Tunusê bûyera DAÎŞê ziviriye propexendeya di aleyhê Nahdayê de. Dûvre Çîçek wiha dawî li axavtina xwe anî: “Unsure bingehîn a ku li wir Nahdayê ditepisîne êrîşên DAÎŞê ne ku tê gotin vê yekê Nahda kiriye. Biasiya vê yekê jî piştî şoreşê efû derket. Bi vê efûyê gelek kes ji girtîgehê derketin. Hinek kesên ku derketin fealiyetên cûr bi cûr kirin. Di nav van de kesên laîqparêz xwestin bila ev werin girtin. Nahda diyar dikir ku ev însan sûcdar nîne. Dê ew ji ber cil û ber û wergirtinê wan nedin girtin. Dûvre piştî ku rêxistina DAÎŞê derket holê vê xistin sitûyê Nadayê.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir