• DOLAR 32.383
  • EURO 34.7
  • ALTIN 2403.24
  • ...
Şehîdên mayînê yên Qerecdaxê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

11 Mislimanên ku di encama înfilaqa mayînên ku ji teref PKKê ve di sala 1994an de li Gundê Gogwerî ya girêdayê navçeya Çinarê de hatibû bicîkirin şehîd bibûn li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, endamên partî û STKyê beşdarê bernameya ku ji teref Platforma Kervana Şehîdan ve hat lidarxistin bûn.

Abdurrahman Gulçer di bernamê de axavtina destpêkê kir. Gulçer destnîşan kir ev şehîd ji ber ku gotine “Xweda” ji teref PKKê ve hatine qetilkirin. Dûvre Gulçer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda di Qur’ana Pîroz de vê mizginiyê dide: ‘Ji bo kesên ku canê xwe di rêya Xweda de didin re cinet heye.  Ji bo kesên ku li dijî vê yekê ne jî cehennema ku ezaba Xweda ye heye. Tu kes qasê Xweda xwediyê soza xwe nîne. Xweda mi ji xêra van şehîdan mehrûm nehêle. Xweda xêra kesên ku hatine vira qebûl bike.”

Mela Abdulqudus Yalçinê Endamê Lijneya Rêvebiriya Alim û Medreseyan ê ku wek gotarvan beşdarê bernamê bibû  bangewazî kir da ku xwedî li mîrasa ku şehîdan hêştiye derkevin.

“Divê ku beriya her tiştê em xwedî li Îslamê derkevin”

Yalçin bal kişand ku dê micadeleya heqq û batilê bidome. Dûvre Yalçin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Micadeleya heqq û batilê di dewra Hz Adem û Îblîs de dest pê kiriye. Bi Habîl û Kabîl domiye û dê heta qiyametê bidome. Hatina li dinê ne jibo ebediyetê ye ji bo îmtîhanê ye. Di dinyaya ku îmtîhan heye de dê micadeleya heqq û batilê hebe. Şehîd, şahid e. Şehîd xwediyê îmîna xwe bi xwe ye. Şahidê Misliman û doza Îslamê ye. Şehîd li dinê û axîretê şahidê doza Îslamê ye. Şehîd sax in. Em xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin. Şehîd pîşevanê doza Îslamê ye. Îslam dînê kaînatê ye. Îslam hebûna me ye.”

Yalçinê ku bal kişand ser olan û hîleyên dijminên Îslamê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu wextî kufr nasekine. Av radizê lê dijmin ranazê. Dijminên Îslamê qet ranazên. Her tim micadele dikin ku Îslam û Mslimanan ji ser rûyê dinê rakin. Micadeleya wan her tim bi Îslam û Mislimanan re ye.”

 “Xelasiya Mislimanan bi biratiya Îslamê ye”

Yalçin destnîşan kir îro roj dema ku Misliman Îslamê tetbîqê jiyana xwe dikin wan wekê ‘kesên zêde pê de diçin’ sûcdar dikin. Dûvre Yalçin wiha axavtina xwe domand: “Divê ku îro em xwedî li mîrasa şehîdan derkevin. Şehîdî, xelasî ye. Xweda ji we razî bibe. Îro hûn hemî li vir civiyan e. Lê ev îş bes bi bîranîna şehîdan a salê carek nabe. Çawa ku dijminên Mislimanan micadeleya xwe ya li dijî Îslamê didomînin divê ku em jî bi şev û bi roj bi derfetên xwe ji bo ku Îslam hakim bibe micadele bikin. Pêwîst e ku em bizanin xelasiya Mislimanan bi biratiya Îslamê ye. Xweda vê şiûrê bike nesîbê me.” (ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir