Cixare û sotemeniya qeçax hat bidestxistin
Li Nisêbîna Mêrdînê di operasyonên ku hatin kirin decixare û sotemeniya qeçax hat bidestxistin û her wiha 4 kesên ku têkiliya wan bi bûyerê re hebûn jî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Mêrdînê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di operasyonên hemwext ên ku li Nisêbînê hatin kirin de 3 hezar û 840 lître sotemeniya qeçax û hezar û 400 paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin. Her wiha 4 kesên ku têkiliya wan bi bûyerê re hebûn jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)