• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve pêşbirka helbest û makaleyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo pêşbirka helbest û makaleyê ya ku her sal di çarçova bernameyên Wîladeta Pîroz de ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin serîlêdan dest pê kir.

Îsal ev pêşbirk dê bi navê “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)” were lidarxistin. Hat ragihandin ku dê serîlêdana ji bo vê pêşbirkê heta 31 Adarê bidome.

Serokê Nasandin û Medyayê yê Platforma Evîndarên Pêxember Feyzî Aydin di derheqê mijarê de agahî da. Aydin diyar kir ji bo ku ew qala edaleta Hz Muhammedê ku ji xeynî Mislimanan dijminan jî bandordar kiriye bikin vê pêşbirkê lidar xistine.

Aydin ji bo ku beşdarê pêşbirkê bibin bang li herkesê kir. Dûvre Aydin wiha pê de çû: “Dê temaya pêşbirka helbest û makaleyê ya bi navê “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)” bibe. Pêşbazên ku dê beşdarê pêşbirkê bibin dikarin him beşdarê pêşbirka helbest û him jî ya makalê bibin. Dê îsal pêşbirk di 2 qategoriyan de were lidarxistin.  Dê qategoriya yekemîn ji bo kesên 18 salî û jortir ya duyemîn jî kasên ji 14 salî heta 17 saliyan bibe.”

Aydin diyar kir ku pêşbirk dê di meha Nîsanê de pêk were. Dûvre Aydin wiha diyar kir: “Dê serîlêdan li ser înternetê pêk were. Ji bo ku mirov beşdarê pêşbirkê bibe divê ku forma di saytê de were dagirtin. Her wiha agahiya di derbarê pêşbirkê de di sayta me de heye. Dê encama pêşbirkê di meha Nîsanê de were eşkerekirin. Dîroka serîlêdanê di nabeyna 1-31 Adarê de ye. Divê ku pêşbaz agahiyên gihanê eşkere binîvîsin. Nexwe dê ev mesuliyet neyê qebûlkirin.” (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir