• DOLAR 32.221
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2455.901
  • ...
Bi derbeya postmodern a 28ê Sibatê keda wan ji wan hat sitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesên ku di pêvajoya derbeya postmodern a 28ê Sibatê ji ber hîcabên xwe hatine mexdûrkirin serpêhatiyên xwe yên wê heyamê ji ÎLKHAyê re anîn ziman. Mexdûran destnîşan kirin ku wan wê heyamê ji bîr nekirine û digel hemî zordarî û zextan wan ji baweriya xwe tawîz nedane.

Gulten Aktaşa ku di heyama derbeya 28ê Sibatê de mihendisê kîmyayê bû desnîşan kir ji bo ku ew ji wezîfa xwe were dûrxistin bi zorî wê teqawîd kirine.

Aktaşa ku diyar kir mêrê wê wê çaxê nesax bûye û ji ber vê yekê pêwîst bû ku zarokên xwe xwedî bike wiha diyar kir: “Gelek mamoste û xwendekar wekê min mexdûr bûn. Gelek kes piştî çendîn salan vegeriyan serê karê xwe. Belkû hat telafîkirin. Ên kesên wekê me qeyba wan a çendîn salî çêbû. Me salên xwe ji dest dan. Minkûn nîne ku jidestdayîna însanî were telafîkirin. Lê wek fermî mexdûriyetên gelek kesan hatin çareserkirin.”

Her wiha Aktaş diyar kir ku digel hemî zextên ku li gel hatiye kirin civak wek Îslamî çêtir xwedî hesas bûne û destnîşan kir ku gor wê 28ê Sibatê jê re dibistan bûye.

“Her tim me teqîb dikirin”

Nerîman Çok Tokgezera ku di wê heyamê de ji ber ku xwedî hîcab bûye dûçarê zextan bûye. Dûvre Tokgezer wiha pê de çû: “Di pêvajoya 28ê Sibatê de min nû dest bi mamostetiyê kiribû. Tayîna min a ewil li gundekî Bayburtê bû. Wê çaxê hewl didan ku em pê nehesin lê rastî mi ditirsandin. Dema ku em ji mektebê derdiketin kesên ku me bi wesayîtan teqîb dikirin hebûn. Dema ku em derdiketin tenefûsê ew jî ji wesayîtê derdiketin. Xwe didan nîşanî me. Carinan bi behaneya dîtina alîkarê midûrê dibistanê dihatin lê me mêze dikirin da em çawa ders didin.”

 “Ji ber fotografa min a bihîcab em hatin surgunkirin”

Fîsun Sevînç diyar kir ku di wê heyamê de wê bi mêrê xwe re mamostetî dikir û mifetiş wek derasayî her tim dihatin teftîşê. Dûvre Sevînç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber sedemekî din jî giliya mêrê min kirin. Wî midûrtî dikir. Ji ber ku fotografa min a bihîcab bi sicîlê ve zeliqandivû wî bersûc hesibandin. Me wek surgun şandin gundekî din.”

Her wiha Sevînç bi şîn û girîn qala wê heyamê kir û destnîşan kir piştî ku ew di sala 2000an de ji wezîfê hatiye avêtin rewşa wan a aborî pirr xedar bûye ku wan wek malbat nekarîne jî qîza xwe re pêlav bistînin.

Ji mexdûran Nursel Alkaç diyar kir dema kê di wê heyamê de hinek mamosteyên wê ji ber ku bihîcab bûye astengî derxistiye û ji ber vê yekê wê piştî ku hîcaba xwe derxistiye têketiye dersê.

“Bila Erbakan were te xelas bike”

Alkaç diyar kir piştî ku mezûn bûye li Qeyserî dest bi wezîfê kiriye. Dûvre Alkaç wiha ragihand: “Ez roja yekemîn bi kelecan bûm. Ji ber ku roja min a yekemîn bû ez çûn odeya midûr da ku wî nas bikim. Midûr hêj ji min re negot merheba wiha diyar kir; ‘Bila Erbakan were te xelas bike.’ Dûvre heqaret kir.”

Esra Şahîn Çakici jî diyar kir ku di wê heyamê de wê lîseya îmam xatîbê ldixwend. Çakici wiha ragihand: “Ez jî ji kesên ku di jeyama 28ê Sibatê de ji dibistana xwe mezûn nebûne yekî me. Min di Lîseya Îmam Xatîba Yeşîl a Bursayê de dixwend. Min heyama 2 yemîn a pola dawî di Lîseya Îmam Xatîbê ya Sîwasê de xwend. Dûvre ez mezûn bûm.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir