• DOLAR 32.181
  • EURO 34.726
  • ALTIN 2446.259
  • ...
Heyeta HUDA PARê li Wêranşarê di ciyê teqînê de tehqîqat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û lijneya pê re çûn navçeya Wêranşarê. Lijne li ciyê êrîşa ku PKKê lidar xist de tehqîqat kir.

Ji xeynî Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz; Serokê Bajarê Rihayê Lokman Yalçin, Serokê Navçeya Wêranşarê Yakup Esmer û komekî ji teşkîlata partiyê beşdarê heyetê bû.

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li ciyê teqînê daxuyanî da. Yavuz destnîşan kir ku ev êrîşên wiha bi tu şiklê wek rêbazên lêgerînên mafan nayên qebûlkirin.

Yavuz wiha axivî: “Em ji bo ku li ciyê êrîşa bombeyî ya li navçeya Wêranşara Rihayê tehqîqat bikin hatin vir. Ne hewceye ku mirov dirêj bike. Kesên ku vê wehşet û barbartiyê layiqê vê gelê dibînin dê ne li dinê û ne jî li axîretê di bin vê hesabê de nekarin derkevin. Ev yek bi tu wechê wek rêbazên lêgerînên mafan nayê qebûlkirin.”

“Wek HUDA PAR em kesên ku vê êrîşê lidar xistine bi tûndî şermezar dikin”

Yavuz diyar kir kesên ku vê êrîşê lidar dixin û yên ranta wan di vê yekê de heye heman wehşetê dikin. Dûvre Yavuz wiha destnîşan kir: “Ez dixwazim ku bi taybet vê yekê bînim ziman. Him kesên ku vê wehşetê pêk tînin û him jî dixwazin ji vê wehşetê rant bidest bixin û kesên ku hêj jî vê rêyê diparêzin şirîkê heman wehşet û barbartiyê ne. Wek HUDA PAR em kesên ku vê êrîşê lidar xistine bi tûndî şermezar dikin.”

“Di serî de Waranşara me serê miletê me xweş bibe”

Yavuz piştî ku ji kesên di êrîşê de mirine re rehmet û birîndaran re jî şîfa xwest wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bi wesîla vê yekê Xweda rehma xwe li kesên ku mirine bike û sebr û sebatê bide malbatên wan ên kovandar. Xweda şîfa bide birayên me yên ku birîndar bûne. Ez li vir bang li hikûmetê dikim ku demildest kesên vê yekê kirine diyar bike û zirarên gel ên ku pêk hatiye tespît bike û ji pirsgirêkên madî û manewî yên gelê me re bibe derman.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir