• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Evîndarên Pêxember ber bi Umrê ve hatin birêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pêşbazên ku di îmtîhana siyerê ya ku her sal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin de têketibûn dereceyê li Balafirgeha Ataturkê ber bi Umrê ve hatin birêkirin.

Pêşbazên ku di îmtîhana siyerê ya ku her sal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di 29ê Çileya Paşîn a 2016an de hatibû lidarxistin de têketibûn dereceyê di pêşewantiya Abdûlbarî Çelîk a bi Turzîma Înzarê re ber bi Umrê ve hatin birêkirin.

Ramazan Ensarê ku ji rêvebirên Platforma Evîndarên Pêxember e ji bo ku kesên têketine dereceyê ber bi Umreyê ve bi rê bike çûbû balafigehê diyar kir ji ber ku ew 25 kesan dişînin Umreyê pir kêfxweş in.

Ensar wiha destnîşan kir: “Wek Platforma Evîndarên Pêxember em pir kêfxweş in ku 23 kesên di îmtîhana siyerê de têketine dereceyê dişînin Umreyê. Hemd ji Xweda re ku em di vê doz û rêwîtiya pîroz de alîkariya hevalên xwe dikin. Me amadehiya îmtîhana Sîyerê ya sala 2017an a ku dê di 29ê Çileya Paşîn were lidarxistin qedandiye. Par namzetên ku qeyda xwe ji bo îmtîhanê çêkiribûn 200 hezar kes bûn. Em bawer dikin tişta ku ji bo Xweda tê kirin mikafat dibîne.”

Tahîr Yanê ku di îmtîhanê de têketibû dereceyê bi şiklekî kêfxweş qala  pêvajoya amadehiya îmtîhanê kir. Dûvre Yan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji Kirikhana Hatayê têm. Min pêşbirka siyerê di înternetê de dît. Armanca mine w bû ku ez Pêxemberê me (as) nas bikim. Armnca min ew bu ku ez jiyana Wî nas bikim û dûvre tetbîqê jiyana xwe bikim.”

Mehmet Tetîk diyar kir ku ew wek malbat ji bo îmtîhanê xebitîne. Dûvre Tetîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi taybet dixwazin ku jiyana Pêxemberê me (as) hîn bibin û di qada ilmên dînî de îxtîsas bikin. Îmtîhan di mala me de bû wesîla atmosfera Nebewî.”

Her wiha Faruk Boran û Faruk Telcî diyar kirin ji ber ku tiştekî wiha bûye nesîbê wan ew gelek kêfxweş in. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir