• DOLAR 32.396
  • EURO 34.607
  • ALTIN 2386.113
  • ...
Li Edenê zulma zabiteyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Edenê tîmên zabiteyan hewl dan ku dest daynin ser dezgahên firoşkeran. Dûvre xwediyê dezgahê û hemwelatiyek ên ku midaxaleya mijarê kirin ji teref zabiteyan ve hatin derbkirin. Dema derbkirina hemwelatî û xwediyê dezgehê dem bi dem ji teref qamerayên amator ve hatin qeydkirin.

Gor agahiyên hatyine bidestxistin li Edenê tezgahdarê ku çendîn sal e li ser Cadeya Pazarlara Edenê seyartî dike zabite hewl didin ku dest daynin ser dezgaha wî. Dûvre di nabeyna dezgahdarê ku naxwaze dezgaha xwe bide û zabiteyan de gengeşe çêdibe.

Di dimen û qeydên ku ji teref kesek amator ve hatiye kişandin de tê dîtin piştî ku zabite midaxaleya dezgahdarê dikin bavê dezgahdar tê û wek micadele xwe li ber dezgahê dirêj dike. Di dîmenan de tê dîtin ku zabite zilamê kal derb dikin da ku dezgahê jê bistînin.

Dema ku esnaf û hemwelatiyên hawîrdor ên ji hedîsê re bûne şahid midaxaleya hedîsê dikin hemwelatiyekî jî dûçarê derba zabiteyan dibe. Hemwelatiyê ku ji nîşka ve dûçarê êrîşê dibe di demekî kurt de ji teref gel vê ji nav dest û pêyên zabiteyan tê xelaskirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir