• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
HUDA PAR di derbarê rojeva aboriyê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Aboriyê ya HUDA PARê di derbarê rojeva aboriyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de di derheqê pêvajoya herî dawî de pirsgirêkên aborî û çareseriyên ji bo vê yekê hat diyarkirin.

Di daxuyaniyê de qala kêmbûna qîmeta TL û panîka aborî, mizeya kêmtirîn, aboriya îsrafê, deyn û bêkariya ku di pêvajoya herî dawî de zêde bûye hat kirin û di derbarê çareseriyên aborî de di derbarê tedbîrên îradeya siyasî û îdareya aboriyê de dereng gav hatiye avêtin.

Kêmbûna qîmeta TLyê û panîka aborî

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di piyasê de panîkek aborî heye û ev hewa bi tu wechê nehatiye berterefkirin û wisa tê dîtin ku encamên neyînî yên muhtemel hatine qebûlkirin.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Tê fêmkirin ku di derbarê tedbîrên îradeya siyasî û îdareya aboriyê de dereng gav hatiye avêtin, tê bawerkirin ku dê piyasa xwe bixwe sererast bike. Di gotinên siyasî û nêzikbûna vê yekê de hêsantiya avêtina derve ya berpirsyariyê zêde nifûzê bunyeyê kiriye ku sedemên pirsgirêkên aborî yên eslî di derve de lêgerîn tekirin. Lê sedemên eslî yên pirsgirêkan ew e ku kes û saziyên di meqaman de gor karê xwe di wextê de gav navêtine.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedema geşedanên lezgîn ên di heyama herî dawî de hewldana derbeyek aborî ya pergala emperyalîstên kureyî ye. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin. Îdareya aborî beyan dike ku sedema vê yekê bes çavkaniyên derve ne. Lê ev yek dijberê giraniya berpirsyariya meqamê ye. Ev nêrîn îradeya çareseriyê zeyîf dike û di çarçova aqlê hevpar de çareserkirina pirsgirêkan û qabîlîyetê zeyîf dike. Divê ku ji vê yekê ders were girtin û ji vê haydar bibin.”

Mizeya kêmtirîn

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê di sala 2017an de mizeya kêmtirîn ji teref lijneya tespîta mizeya kêmtirîn ve were diyarkirin û pêwîst e ku wek rant û amûra îkbalê neyê bikaranîn. Lewra ev ji kedê re neheqî ye.

Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Dema ku mizeya kêmtirîn tê diyarkirin pêwîst e ku aboriya kesê ku ji mala xwe berpirsyar e jî hilbigirin nezerê û ew kes ji dayîna bacê cûda were girtin. Pêwîst e ku tespîta mizaya kêmtirîn ji keda şexsê, siyaset, îdeolojiyê re nebe amûr û şert û mercên wê hebe.”

Aboriya îsrafê

Di daxuyaniyê de wek îqaz bal hat kişandin ku di raya giştî de îsraf zêde bûye û ev xeter bi reqlam û amûrên gihanê di nav civakê de belav dibe.

Dûvre di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Ji bo ku zirar werin kêmkirin divê ku mirov bihev re hereket bike. Pêwîst e otorîteya raya giştî ya ku li ser navê civakê mesref dike di derbarê vê yekê de ji civakê re bibe pîşevan. Ji pirsgirêkên herî dawî yekî jî ji îsrafa çavkaniyên raya giştî pêk tê.

Vesazkirina deynê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gor gel hewldana vesazkirina deynê hewce dikir û ev gava di derbarê vê yekê de gavek baş e. Dûvre hat belavkirin ku pêwîst e pergala ku jiyana îktîsadî ya gel wek neyînî bandordar dike were asayîkirin.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Divê encamekî wiha ji aştiya bacê û eleqeya hemwelatiyan were derxistin; ‘Pêwîst e mewzuata ku gel tehdît û diltirs dike were sadekirin û ji rewşa ku xewa gel direvîne were derxistin.”

Bêkarî û bêkariya ciwaniyê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyê ji pirsgirêkên bingehîn yekî jî bêkarî ye. Di heyama herî dawî de bêkarî têketiye rewşekî kironîkî de. Divê ev demildest were çareserkirin.

Di daxuyaniyê de bi taybet hat diyarkirin ku otorîteya siyasî di derbarê çareserkirina vê yekê de gavên tetmînkar neavêtiye. Dûvre wiha hat diyarkirin: “

“Bê guman rewşa bêkariya ku wek bêkariya ciwaniyê ya di nabeyna umrên 15-24an de tê diyarkirin ji wê zêdetir e. Pêwîst e ev yek were çareserkirin. Lewra ev ji mijarên herî girîng e. Divê ji bo aştiya civakî û refahê bê zanîn ku rewşekî acîlîyetê ya ku dê bê çareserkirin heye. Pêwîst e otorîteya qamuyê vê mijarê demildest binirxîne.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir