• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Ajovanê di êrîşa Stenbolê de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajovanê minîbusê Vedet Demîrogluyê (23) ehlê Diyarbekirê yê ku di êrîşa Beşîktaşa Stenbolê ya ji teref PKKê ve hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da din av şîn û girînê li Gundê Barêya navçeya Çinara Diyarbekirê hat binaxkirin.

Cinazê Demîroglu di nav şîn û girînê de di goristana gund de hat definkirin. Qeymeqamê Çinarê Îsmaîl Şanli, Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê Abdurrahîm Tekdal, xizmên ajovanê, gundî û gelek hemwelatî beşdarê cinazê bûn.

Bav Mehmet Demîrogluyê ku taziyê qebûl kir destnîşan kir ku şewata wan mezin e. Dûvre Demîroglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji Çinarê ji ber belayê revîn. Li Stenbolê bela hat ber deriya me. Min zêde nedin xeberdan.”

Dayîk Sultan Demîroglu ya ku di dema defnê de dilorand wek bertek wiha diyar kir: “We kezeba min şewitand. Xweda kezeba kesên ku vê yekê kirine bişewitîne.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir