Li 9 gundên girêdayê Licê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Li 9 gundên girêdayê Licêya Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat ragihandin ji ber operasyonên ku li dijî PKKê tên lidarxistin li 9 gundên bi navê Kayacik, Ortaç, Yalaza, Tepe, Arikli, Serînce, Çagdaş, Dîbekkoy û Yolçatiya ku girêdayê Licê ne heta daxuyaniyeke din derketina derve hat qedexekirin.(ÎLKHA)