Li Edenê êrîşa bombeyî: 2 mirî 16 birîndar
Li Edene li dijî walîtiya Edenê êrîşa bombeyî hat lidarxistin, di êrîşa ku hat lidarxistin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa bombeyî ya ku li otoparka walîtiyê hat kirin de mirî û birîndar hene, gelek polês û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Edenê ve hat ragihandin di êrîşa ku hat kirin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)