• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
 "Arakan niha birîna umetê ya ku herî dêşê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mehmet Şenlîk ji muemeleyên dereînsanî û wehşiyane ya Dewleta Myanmara Dudîst re bertek nîşan de û diyar kir ku Mislimanên Arakanê êş û elemêmên mezin dikêşin. Şenlîk destnîşan kir pêwîst e ku Misliman ji vê teke re bê deng nemînin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mehmet Şenlîk di derbarê qetilkirina Mislimanên Arakanê de ji ÎLKHAyê re axivî. Şenlîk destnîşan kir ku niha Arakan birîna Ummetê ya ku herî dêşê û diherike ye. 

 “Xerb û Şerq li hemberê feryada Mislimanên Arakanê bê deng dimînin”

Şenlîk wiha diyar kir: “Mixabin dinya; Xerb û Şerqê li hemberê Mislimanên Arakanê bê deng dimînin. Belkû temenî dikin ku ev Misliman di nav koma Budîstan de bên xelaskirin. Lê bi taybet bêdengbûna alema Îslamê mirov qeher dike. Umet dijî vê yekê bes dua dike. Ev yek jî rewşeke xerab e. Helbet divê ku dua hebe. Bê dua nabe. Lê bes dua jî nabe. Li cem duaya qewlî divê duaya fiîlî jî hebe.”

Şenlîk wiha pêde çû: “Mezlûmên Sûryeyî bi sitirîna li Urdun, Lubnan û Tirkiyê hindik jî bibe karîne ji zulma koma har û hêrs birevin. Qe nebe ewlehiya canê xwe pêk anîne. Lê derfetên wiha yên Mislimanên Arakanê tune. Dewleteke cîran a ku ew lêbistirin tune. Bangladeş heye. Lê rêvebiriya li wir belkû ji rêvebiriya Myanmarê dijwartir e. Zulm li Mislimanan dike û alim û rêberên wan îdam dike û wan davêje zindanan.”

Şenlîk destnîşan kir ku rewşa li Arakanê pir xedar e. Divê ku êdî Misliman dengê xwe ji vê yekê re derînin û midaxaleya vê yekê bikin. Ev yek jî dide nîşandan hewceya ku Ummetê Îslamê artêşeke misteqil saz bike.

 “Dema ku Mislimaneke zulm dibîne divê ku Mislimaneke din biçe alîkariya wan”

Şenlîk ji Mislimanan re piştî ku wek temenî feraset xwest wiha li axavtina xwe kir: “Xweda şiureke wek ku ew bizanin da ku wekê uzvên vicudekî ne bide wan. Heke sitriyeke ketibe uzveke divê uzva din nerehet bibe û êş û elem bikêşe. Li kû dibe bila bibe dema ku Mislimaneke zûlm dibîne divê ku Mislimanên din jî biçin alîkariya wê Mislimanê. Ev yek jî fere kîfaye ye. Heke tu kes neçe hemî gunehkar in.”

 “Beriya her diştê divê ku herkes ji dera ku li wir e dengê xwe bilind bike û bertek nîşandan bike”

Şenlîk diyar kir dema ku tu kes neçe alîkariya Mislimanên Arakanê neke dê Mislimanên dinyayê di bin webalê de bimînin. Dûvre Şenlîk wiha ragihand: “Hinek ferz hene ferzê kîfaye ne. Lê heke ev yek bi pêkanîna kesekî neyê kirin û îhtiyacî bi gelek kesan hebe ev dibe ferzê eyn. Rewşa Arakan îro wiha ye. Rewşa ku ferzê eyn e di holê de. Divê ku hemî Umet midaxaleya vê yekê bike. Beriya her diştê divê ku herkes ji dera ku li wir e dengê xwe bilind bike û bertek bide nîşandan. Di vê yekê de saziyên civakê yên siwîl, dewlet, hikûmet kî çi qas dikare.”

 “Heke alim dengê xwe dernexin dinya dê kerr bibe”

Herî dawî Şenlîk diyar kir ku di derbarê vê yekê de berpirsyariya aliman zêde ye. Dûvre Şenlîk wiha belav kir: “Lewra heke alim dengê xwe dernexin dê gel razê. Heke alim razên dê gel bimire. Pêwîst e ku alim berpirsyariyên dewlet û gel bîne ziman. Belkû gel nikare bike lê ew dikarin bikin. Wezîfa Aliman pir mezin e. Divê ku ew netirsin. Bila dînê Xweda bi şiklekî hêsanî bînin ziman. Bila mafên belengazan bînin ziman. Bila însanan îqaz bikin. Heke alim dengê xwe dernexin dinya dê kerr bibe.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir