7 wesayîtên bombebarkirî hatin girtin
Hat ragihandin li Edenê 7 wesayîtên bombebarkirî hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 5 kesên ku tê diyarkirin bi 7 wesayîtên bombebarkirî di heman wextî de êrîşê bibin li ser Balafirgeha Edenê û navendên polêsan bi operasyona ku hat kirin hatin girtin.Hat hînbûn di operasyona ku hat kirin de 21 kîlo TNT, kîloyek C4 û 2 bombeyên destan jî hatin bidestxistin.
Di operasyonan de kesên bi navê A.B., O.B., A.B. û Îhsan O. Hatin binçavkirin. Hat hînbûn Îhsan O.yê ku hatiye girtin li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarê Beşa Mamostetiya Polê ye.
Kesên ku hatin binçavkirin piştî ku sewqî edliyê hatin kirin re hatin girtin û wan şandin girtîgehê.
(ÎLKHA)