• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Êlih wek navend operasyona FETO: 7 kes hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de Êlih wek navend li 28 bajaran operasyonên dijî saziya paralel hat lidarxistin. Di encama operasyonên ku dijî endamên FETO hat lidarxistin de ji 12 kesên ku wan derxistibûn mehkemê 7ê wî hatin girtin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ji teref Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve Êlih wek navend li 28 bajaran operasyonên hemanwextî dijî endamên saziya paralel hat lidarxistin. Li malên 75 kesên ku di derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayîn de lêgerîn hat kirin. Di operasyonên ku hatin lidarxistin de 49 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku ji wan 49 kesan 12ê wî piştî miemeleyê wan sewqê dadgehê kirine. Dûvre ji 12 kesên ku derketine hemberî dadger 5ê wî bi şertê kontrola adlî hatine serbestberdan û 7 kesên din jî ji teref mehkemê ve hatine girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir