• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
HUDA PAR di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de bi taybet bal hat kişandin ku saziya paralel a ku wek ‘Şebekeya Fesad’ tê wesifandin gelek kesan mexdûr kiriye. Hat destnîşankirin pêwîst e ku di derheqê vî mexdûriyetê de demildest tehqîqat were destpêkirin.

Her wiha di nirxandina rojevê de di derheqê ziyareta Tirkiyeyê yê ku Zarîfê Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê, têkiliyên Tirkiye-Ûris û êrîşên PKKê yên zêde bûne de daxuyaniyên girîng hat dayîn.

“Şebekeya Fesadê”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ‘Şebekeya Fesadê’ ya ku  wek Teşebusa Derbeya 15ê Tîrmehê ya li derve senaryoya wî hatiye nivîsandin bê şek û teredut derketiye holê. Dûvre daxuyanî wiha ha destnîşankirin: “Sedema mezinbûna vî şebekeya hanê ya li welatê me ew e ku di bergeha qaosa siyasî, aborî, hiqûqî, civakî û çandî de ji rejîma wesayetê ya ku derbe û derbekeriyê xwedî dikir bû. Ev şebekeya îxanetê ji aliyekî ve çendîn sal bi wegirtina postê berxê ewladên me têxist nav davika emperyalîstan ji aliyekî ve jî bi her cûr helwest û exlaqên çewt û kirêt hewl daye kesên ku ji planên şeytanî re asteng in re qumpas saz kiriye da ku wan ji holê rake. Di bergeha vî yekê de însanên belengaz him ji aliyê madî û him jî ji aliyê manewiyatê ve hatine mexdûrkirin û ew ji azadiyên xwe hatine dûrkirin. Ev dûçarê darizandina terorê bûne û gelek kesên ku di vî warê de hatine darizandin hêj jî di girtîgehê de ne.”   

 “Kesên belengaz ên ku di encama darizandina terorê de wan avêtine zindanan pêwîst e ku demildest werin serbestberdan, ev mijar girîngtir û hewcedartir e”

Di nirxandinê de bal hat kişandin pêwîst e ku ev însanên belengaz ên ku bi qumpasa hevpar a ewlehî-darazê wan avêtine zindan û girtîgehan demildest werin serbestberdan. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Bi lutf û înayeta Xweda ev cezakirina van kesên ku beşdarê teşebusa derbeyê bûbûn çi qas girîng e ew qas jî serbestberdana van kesên belengaz ên ku ji teref endamên rêxistina terorê ve hatine mexdûrkirin girîng e. Bi taybet kesên belengaz û mesûm ên ku di encama qumpasên hevpar ên ewehî-darazê ya çeteya îxanetê de ketine heps û zindanan demildest werin serbestberdan. Ev yek girîngtir û hewcedartir e.”

 “Em bangewazî li hikûmetê dikin da ku ew bi destûra ‘nifrîn û xezeba we ya ji êl/eşîrekî re bila we tênexe nav bêedaletiyê’ hereket bikin”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin divê kesên ku berê têkiliya wan bi vî saziyê re hebûye û dûvre wan têkiliyên xwe ji wan birîne û minasebeta wan bi tu tiştî re tunebûye bi şiklekî adilane werin darizandin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Divê hikûmet hewldanên ku wek şolîkirina mijarê pêk tê bibîne û di derheqê mijarê de lêpirsîn û tehqîqatên ji dil bike da ku meydan ji wan re nemîne. Her wiha em bangewazî li hikûmetê dikin da ku ew bi destûra ‘nifrîn û xezeba we ya ji êl/eşîrekî re bila we tênexe nav bêedaletiyê’ hereket bikin. Divê kesên ku berê têkiliya wan bi vî saziyê re hebûye û dûvre wan têkiliyên xwe ji wan birîne û minasebeta wan bi tu tiştî re tunebûye bi şiklekî adilane werin darizandin. Wek partiya ku Îslama ezîz referans digire em teheqûqa edaletê li ser her tiştî dibînin û em bangewazî li hikûmetê dikin da ku ew bi destûra ‘nifrîn û xezeba we ya ji êl/eşîrekî re bila we tênexe nav bêedaletiyê’ hereket bikin.”

 “PKK, bi pêkanîna êrîşên bombeyî yên ku piştî teşebusa derbeyê tê lidarxistin hewl dide ku ji derbexwazan re derfetên nû temîn bike”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK div an demên dawî de ji bo ku herêmê bê îstîqrar bike bikêşe nav qaos û şerên navxweyî. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat belavkirin: “Piştî şanoya çalan bi operasyonên ku tên lidarxistin hêz û qiweta PKKê kêm bûye û her wiha tê dîtin ku rêxistin dest bi êrîşên xwe yên bombeyî yên ku piştî teşebusa derbeyê lidardixe kiriye. Ev êrîş ji teref hêzên kureyî ve di bergeha planên wan de ji bo ku herêma me were bêîstîqrarkirin û her wiha herêm têkeve nav qaosê tên lidarxistin. Ev rêxistin bi telîmatên Emperyalîstan hereket dike. PKK, bi pêkanîna êrîşên bombeyî yên ku piştî teşebusa derbeyê tê lidarxistin hewl dide ku ji derbexwazan re derfetên nû temîn bike.”

 “PKKya ku di bergeha stratejiya ku DYE dişopîne de hereket dike gelê Kurd ê ku piştgirî nade şanoya tiyatroyê ceza dike”

Di nirxandinê de hat diyarkirin gelê ku piştgirî nade armancên şeytanî ya şebekeya fesadê bi heman şiklê piştgirî nade PKKya ku zarok û dergûşan qetil dike. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “PKKya ku di bergeha stratejiya ku DYE dişopîne de hereket dike gelê Kurd ê ku piştgirî nade şanoya tiyatroyê ceza dike. Her wiha PKK dixwaze gelê ku beşdarê xwepêşanên teşebsa derbeyê dibe bitirsîne. Qetilkirina însanên siwîl ên rêxistinê ya ku li Diyarbekir, Qoser û Beytuşebabê pêk hatiye didenîşandan ku li ser navê hêzên tarî şer lidar dixe, însan dikuje û xwîn dirêje. Tê dîtin ku gel piştgirî nade armancên şeytanî ya şebekeya fesadê bi heman şiklê piştgirî nade PKKya ku pîrek, zarok û dergûşan qetil dike.”

 “Divê ku çareseriya pirsgirêkên nav welêt û Ummet û pirsgirêkên hêzên emperyalîst neyên tevlêhevkirin”

Her wiha di daxuyaniyê de qala ziyareta li Tirkiyeyê yê Zarîfê ku Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê ye hat kirin. Di daxuyaniyê de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Şerê navxweyî ya Sûrî da nîşandan ku serîlêdana çareserkirina çekan a di nav mijarên navxweyî de hewalekirina mijarê ya emperyalîstan welatan çawa bi xeteran re rû bi rû dihêle.  Serîladana çek û tûndiyê ya tekoşîna saziyên mixalif ên bi rejîm û yên bi hev re herêmê bi rastiya ‘tûndî, tûndiyê derdixe holê’ re rû bi rû dihêle û herêmê kiriye wekê topa agirê. Divê ku welatên Îslamê bi van tecrûbeyan ders ji xwe re derêxistibin û him di warê pirsgirêkên navxweyî û him jî pirsgirêkên welatên din ên Îslamê bi diyalog û mizakereyan çareseriyên siyasî temîn bikin. Divê ku çareseriya pirsgirêkên nav welêt û Ummet û pirsgirêkên hêzên emperyalîst neyên tevlêhevkirin.”

Bi heman şiklê di daxuyaniyê de har diyarkirin pêwîst e ku welatên Îslamê pirsgirêkên xwe gor mesleheta Îslam û Ummetê çareser bikin. Dûvre di derheqê mijarê de wiha hat destnîşankirin: “Di vî bergehê de pêwîst e ku ziyareta li Tirkiyeyê yê Zarîfê ku Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê ye gor vî meqsedê xizmet bike. Her wiha e ku welatên Îslamê pirsgirêkên xwe gor mesleheta Îslam û Ummetê çareser bikin.”

 “Gavên ku ji bo sererastkirina têkiliyên Tirkiye-Ûris hatine avêtin erênî ne”

Di nirxandinê de hat belavkirin ku ziyareta ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bû Ûris lidar xist ziyaretekî erênî ye. Dûvre di derbarê mijarê de wiha bal hat kişandin: “Piştî 24 Meha Mijdarê ya ku balafira Ûris hatibû daxistin têkiliyên Tirkiye û Ûris xera bûbû. Gavên ku ji bo sererastkirina têkiliyên Tirkiye-Ûris hatine avêtin erênî ne. Helwesta DYEyê ya hemberî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê melum e. Em gavên ku ji bo têkiliyên bi welatên din re çêdibin em erênî dibînin. Em hêvîdar in ev gavên ku tên avêtin him ji bo herêm û him jî ji bo şerê Sûrî ya navxweyî aşitî û aramiyê bîne.”

 “Pêwîst e ku pêvajoya YE û DYEyê ji nû ve çav pê were xistin û were sererastkirin”

Di daxuyaniyê de hat belavkirin pêwîst e ku ku D-8 ji nû ve were aqtîftirkirin. Dûvre di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Di çarçova hişmendiya polîtîqayên derve ya ku pêwîs in werin guhertin de endambûna NATOyê ya Tirkiyê jî tê de pêvajoya YE û DYEyê ji nû ve çav pê were xistin û were sererastkirin û D-8 ji nû ve were aqtîftirkirin. Em bawerin heke ev gav werin avêtin dê erdnîgara mezlûm dê ji îşqal û îstîsmarê were rizgarkirin.”  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir