• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Astenga me ji nobeta me re esteng nîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Protestoyên ku piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku fi teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin li gelemperê Tirkiyeyê tên lidarxistin bê navber didomin. Li Entabê astengdarên ku beşdarê protestoyên dijî derbeyê bûbûn destnîşan kirin ku dê ew heta destûrek din neyê qadan terk nekin.

Astengdaran diyar kirin ku dê ew heta destûrek din neyê qadan terk nekin. Serokê Konfederasyona Seqetên Tirkiyeyê û Daîreya Astengdaran a Şredariya Mezin a Dîlokê Yusuf Çelebî diyar kir hewldana derbekerên ku qesta yekitiya Tirkiyeyê dikin dê li hemberî îradeya qewîn a gel ji holê rabe.

Çelebî diyar kir ku ji roja teşebusa derbeyê heta îro qadan terk nekirine. Dûvre Çelebî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dizanin ku endamên FETOyê ji bo me terorên cidî ne. Lê gelê me meydanan ji van mihraqan re nehêştine. Li Entabê gelê me ji roja ewil heta îro vir terk nekiriye û FETO protesto dike.”

Astengdarê bi navê Selçûk Uçankuş diyar kir ji ber piştgiriya gel teşebusa derbeyê pêk nehatiye û pêwîst e ku gel van qadên protestoyan terk neke.

 “Astenga me ji nobeta me re esteng nîne”

Uçankuş ragihand ku zehmetiyên derbeyan ji bav û kalên xwe bihîstine. Ji ber vê yekê ew naxwazin ku dûbare wan rojên dijwar bijîn. Dûvre Uçankuş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji 15m Tîrmehê pê ve liv ir in. Em heta destûrek din neyê dê qadan terk nekin. Em dixwazin ku gelê ma van qadan vala nehêle. Astenga me ji nobeta me re esteng nîne. Dayîka min qala rojên derbeyên berê dikir ku ew rojên bi zehmet dîtine. Xweda dûbare dîtina wan rojan neke nesîbê me. Heta ku ev gel xwedî îman û şiûr bibe dê kes têka vî gelê nebe.” (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir