• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Cotkarên ku ji birîna ceyranê re bertek nîşan dan rê asê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di demsala herî gerim de li Rihayê ceyran tên birîn. Ev yek jî gel mexdûr dike. Ji ber ku di vî demsalê de germahî zêde ye cotkar zêdetir niyazmendê avê ne. Lê birîna ceyranê ya li Rihayê cotkaran mexdûr dike.

Komek cotkarên navçeya Kaniya Xezalan ji ber ku ceyrana wan tê birîn bertek nîşan dan û bi binasiya ku mehsûlên wan ji ber birîna ceyranê hişk bûye wan dest bi çalakiyê kirine.

Cotkar hatin nêzî tragoya DEDAŞê ya ku li Taxa Ceylanliyê ye û li wir lastîk şewitandin. Cotkarên ku wek çalakî Rêbeja Riha-Kaniya Xezalan asê kirin bertek nîşandan. Di encama çalakiyê de gelek wesayît di rê de man. Dûvre polês hatin ciyê çalakiyê.

Digel hemî midaxaleya polêsan rê ji tarfîkê re venebû. Hat ragihandin ku genegeşeya di nabeyna cotkar û polêsan de didome. (ÎLKHA)



 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir