Zaroka ku ji qeta 4emîn ket jêrê jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Bismila Diyarbekirê hat îddîakirin zarokek ji qeta 4emîn kete jêrê û jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer doh êvarî di derdora seat 23.00an de pêk hat.Ozge Ertena 2 salî piştî ku bavê wê ji malê derket re li pey bavê xwe de giriya û derket balqonê.Ertena ku derket balqonê dengeya xwe winda kir û serserkî dakete jêrê û birîndar bû.
Ertena ku birîndar bûbû rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan Ozge Erten jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Ozge Ertenê piştî karên otopsiyê teslîmî malbata wê hat kirin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)