• DOLAR 32.384
  • EURO 34.698
  • ALTIN 2402.589
  • ...
Li hemberê mizgeftê teqemenî hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Lîceyê li hemberê Mizgefta Kaliyê di nav warîlê de 200 kîlo teqemenî hat bidestxistin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li Taxa Mullaya girêdayê navçeya Lîceyê li ser Cadeya Diyarbekirê teqemenî hat tespîtkirin. Piştî ku pêşgiriya ewlehiyê hat girtin cendirmeyan li dabaş navnîşanê lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 200 kîlo teqemenî di nav warîlê de hat tespîtkirin. Piştî ku rê ji trafîkê re hat girtin pisporên bombe hatin wir.

Teqemeniya ku ji 200 kîloyan pêk dihat ji teref pisporên bombeyê ve hat tespîtkirin. Piştî ku ev teqemenî hat bê bandordarkirin ji wir hat rakirin. Teqemeniya ku birin qadekî vala bi şiklekî kontrolkirî hat teqandin.

Di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kir. (ÎLKHA)



 















Bu haberler de ilginizi çekebilir