• DOLAR 32.429
  • EURO 34.609
  • ALTIN 2381.001
  • ...
"Di tu derê makezagonê de lefza Xweda derbas nabe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sereokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman di konferansa ku mijara wê ‘Kênferansên Tirkiyeya Nû û Tirkiyeya Nû û Makeqanûna Nû’ bû de axivî û di derbarê makezagona nû de daxuyaniyên baldar da.

Sereokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman diyar kir divê ku makeqanûna nû were guhertin. Dûvre Kahraman wiha belav kir: “Beşekê destpêkê heye, min gelek xembar û xemgîn dike. 34 heb ‘û’ 22 hev ‘bêhnok’ 7 heb ‘bêhnoka bixal’, 7 bend û xalekê. 2 rûpelên ku bi destpêkê dest pê dike. Di makeqanûnên dinê de tiştekî wiha tune. Zimanê wê jî baş nînin. Di beşa yekem de zanav û huviyetê dide. Di beşa 2 yemîn de dibêje lê, ev qas, lê belê û zanav û huviyetê dîsa jê distîne. Çima? Lewra makeqanonekê derbeyê ye. 61 jî wiha ye. 82 jî wiha ye. Em li makezagona 1982an dinêrin ku 113 made hatine guhertin. Ji 177an 113ê wê were guhertin di sedan de şiqas dê gihertin? Di sedan de 63.6 tê guhertin. Makezagonekê ku 63.6ê wê hatiye guhertin. Wekê boxçekç pînekirî. Lê neyê. Em bi makezagonekê ku hemiyan winda dike re rû bi rû mane.”

“Di tu derê makezagonê de lefza Xweda derbas nabe”

Kahraman bal kişand divê ku di makeqanûna nû de laîqtî tunebe. Dûvre Kahraman wiha pê de çû: “Wekê ku me got di tu derê makezagonê de lefza Xweda derbas nabe. Lê dema ku makezagon gor baweriyê were sinifandin makeqanûnên 1982 û 1961 wek makezagonên dîndar tên hesibandin. Çima? Serokatiya Karûbarên Diyanetê di nav îdarê de heye. Tetîlên fermî, Îda Qurban û Remezanê, dersên dînê mejbûriye û gor baweriyê ye. Pêwîst e ku di makeqanûna nû de laîqtî tunebe. Li cîhanê di 3 makeqanûnan de laîqtî heye. Ev Fransa, Îrlanda û Tirkîye ne. Terîfa vê yekê jî tune. Kî çawa bixwaze vê yekê wisa şîrove dike. Divê ku tiştekî wiha tunebe. Xebatên rojnamevanekê bûn yek û bendekê makezagonê amade kirin. Qala laîqtiyê neke. Belê her kes di baweriya xwe de azad e ku vê yekê diyar bike. Hişmendiya Fransayê jî wiha ye. Hûn Îslamiyetê tên dinê û azan di guhê we de dixwînin. Gor Qanûna Medenî ya Swîsrê hûn mezin dibin û dizewicin. Gor Qanûna Tîcaretê ya Almanyê hûn tîcaretê dikin. Hûn tabiê qanûna Îtalyayê ne. Lê dema ku hûn mirîn we datînin li ser mirîşûyê. Dîsa bi besmelan we bi rê dikin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir