• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Gelê Sûrê ji fatoreyên ceyranê yên zêde re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn ji ber pevçûnên navçeya Sûra Diyarbekirê çendîn meh in ku gelê Sûrê nedikariya biçûya malên xwe. Di gel vê yekê ji ber ku fatoreya ceyranê ya gelê Sûrê zêde hatiye gelê Sûrê berteknîşan da.

Çendîn meh bû ku gelê Sûrê ji ber pevçûn û qedexeyan nedikariya biçe malên xwe. Dema ku gelê navçeyê vegera malên xwe bi pirsgirêkekê nû re rû bi rû ma.

Hinekê esnafê Sûrê 4 meh bû ku di malên xwe de nedijiya. Di gel vê yekê fatgoreyên hinek esnafan di nabeyna 800 û hezar û 500 lîreyan de hatiye. Ji ber vê yekê esnaf diyar kir ku xebatkarên Dîcle EDAŞê li endeksan mêze nekirine û buha diyar kirine.

Ji nişteciyan Aga Babayîgît wiha bertek nîşanda: “Mala min 4 meh vala ma. Di gel vê yekê fatoreya min 800 lîre hatiye. Yek meh e ku ez li mal im. Xerckirina mehekê çi qas e bila ew qas bibirin. Tenê ez nînim. Fatoreyên herkesî wiha ye. Em mexdûr in. Herkes vê yekê dizane.”

 “Em mexdûriyeta duyemîn dijîn”

Di derbarê vê yekê de Muharrem Erat wiha axivî: “Ji hevalên me yên ku nêzê 5 mehan e nikarin biçin malên xwe re fatoreyên gelek zêde hatine. Berê nêzê 30 lîreyan dihat. Lê niha ji hinek kesan re 800 hinek kesan re jî hezar û 500 lîre hat. Welatî ji xwe çendîn meh in ku mexdûr in. Em mexdûriyeta duyemîn dijîn. Em êdî bê çare ne.”

 “Hatina van fatoreyan şaşomaşo ye”

Ji esnafê Sûrê Orhan Bîldîk diyar kir ku ji xwe ji ber qedexe û pevçûnan gelek mexdûr bûne. Ji ber vê yekê hatine fatoreyên zêde şaşomaşo ye. Dûvre Bîldîk axavtina xwe wiha domand: “Ji hevalên me re fatoreyên 800 û 900 lîre hatine. Ev pirr e. Çendîn meh in ku li vir pirsgirêk hebûn. Gel nedikariya biçe malên xwe. Ceyran zêde nedihat bikaranîn. Ji kesên ku fatoreyên van di mehekê de 150-200 dihat di 3 mehan de nêzê hezar lîre fatore hatiye. Hatina van fatoreyan şaşomaşo ye. Bila alîkariya gel bikin.” (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir