• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Ji Romanan bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Edenê di koordînatortiya Platforma Evndarên Pêxember de li Taxa Akincilara navçeya Sariçamê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Gelek Roman beşdarê bernamê bûn.

 “Evîndariya Muhemmedî ji dilan herikî qedan”

Xoce Alî Demîrkol wek gotarvan beşdarê bernamê bû. Demîrkol bal kişand ji bo ku peyama Hz Muhemmeed beleav bibe ev bernameyên Wîladeta Pîroz girîng in. Demîrkol dûvre axavtina xwe wiha domand: “Di meha Nîsanê de Platforma Evîndarên Pêxember kûçe bi kûçe, qad bi qad evîndariya Muhemmedî wekê lehiyê herikand. Wisa herikî ku êdî ji nav dilan derket û herikî qada Romanan.”

Her wiha Demîrkol bal kişand ku Hz Muhemmed (sxl) însana ji cehalet û serserîtiyê derxistiye û wan bi îman, ilm û exlaqa xweş xemilandiye. Ji ber vê yekê ji bo ku ev cehalet û serserîtî belav nebe divê ku peyama Hz Muhemmed (as) belavê her derê bibe.

 “Di evîndariya Muhemmedî de bes li teqwayê tê mêzekirin”

Demîrkol bal kişand ku di nezdê Xwedê Teala de raserî di irq, ziman û silalê de tune. Di peyama Hz Muhemmed de qebîletî û eşîretî tune. Bes heq û edalet heye.

Her wiha Demîrkol diyar kir ku heskirina Hz Muhemmed bi pêgirtînûna Wî re mimkûn e. ji bo ku mirov pê bigire jî tiştên ku Wî aniye ji xwe re hilînin û tiştên ku Wî gotiye jê dûr bisekinin dest jê bikêşin.  

“Di kûçeyên me de heke evîndariya Muhemmedî hebûya dê dayîk negirîna”

Demîrkol destnîşan kir pirsgirêkên ku di cîhanê de heye tenê bi rêbazên Muhemmedî çareser dibe. Dûvre Demîrkol axavtina xwe wiha domand: “Heke îro di kûçeyên me de peyama Mûhemmedî hebûya dê dayîk negirîna. Heke di mal, cade û ticareta me de peyama Wî hebûya îro Ummet di yefrîqayê de nedibûya.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir