• DOLAR 32.282
  • EURO 34.778
  • ALTIN 2407.292
  • ...
Berteka xelkê bernameya pîsîtiyê da betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ji bona bernameya ku ew ê ji teref KDGê ve li ser navê LBGTÎyan hatibana kirin protesto bikin daxuyaniyeke çapameniyê ya girseyî dan.Daxuyaniya çapemeniyê piştî nimêja înê li ber Mizgefta Sumer Parkê hat dayîn.Bi hezaran Diyarbekiriyên ku hatibûn daxuyaniyê bertekek tund nîşanî bernameya ku dihat xwestin bê tertîpkirin dan.

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de bênavber tekbîr hatin anîn û sloganên mîna ‘ Misliman raneze li dijî jirêderketîtiyê rabe li ser piyan, Welatê me Amed, Serokê me Muhammed , Xweda Xweda Ey Xweda, Ev Can Ji Bo Te Feda’ hatin avêtin.

Di  bernameya daxuyaniya çapemeniyê de her wiha pankartên ku li ser wan nivîsên ‘ Em Kurd in Misliman in , Em vê Jirêderketîtiyê Telîn Dikin, Bêexlaqî ne Azadi ye, Rizî ne,” hatin vekirin.

Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê STKyên Îslamî ji teref Yunus Memîş ve hat xwendin.Yunus Memîş di destpêkê de diyar kir ew ji bona ku KGD û niçikên wan  di warê kirina vê bernameya xelet a LBGTÎyan de hişyar bikin li hev civiyane.

Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir belavkirina vê fikra jirêderkertîtiyê ji îstîsmara zayendî wirdetir e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di van demên dawî de di serî li Diyarbekira Sûrê û cihên mîna van çi tişt hatine serê xelkê Kurd di holê de ne.Gelek Kurd mexdûr bûn.Ji ber pevçûnên ku ji nava bajêran re hatin kişandin bi sedhezaran însan mecbûr man ku ji warên xwe koç bikin.Bi  hezaran mal xerab bûn.Pevçûn hêj berdewam dikin. Di ser vî halî de KDG radibe çi dike?”

Ji ber tepkiya xelkê bernameya LBGTÎyan nehat kirin

Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku xelk bertekeke tund û dijwar nîşanî bernamê da bername hat betalkirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurd ketine derdê canên xwe HDK, DBP û niçikên wan jî ketine derdê LBGTÎyan.

 “Ew kes li cihekî mîna Diyarbekirê ketine endişeya mafên travestiyan”

Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir HDK û niçikên wê  di bin navê azadiyê de îstîsmara zayendî  û nexweşiyên rûhî hewl dide ji Kurdan re bide bazarkirin.Memîş di axavtina xwe de di vî warî de wan kesan hişyar kir û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel ev qas mirin , koç, xerakirin û kaosa ku li Diyarbekirê heye ew kes rabûne li Diyarbekirê ketine derdê mafên travestiyan.Hûn HDK û  niçikên wê! Hûn ê qet nikaribin fikra LBGTîyên jirêderketî di nava xelkê Kurd de meşrû bikin.Kurd Misliman in. Li bajêra pêxember û sahabîyan tertîpkirina panela LBGTÎyan li dijî Îslamê êrîş e, li dijî Qur’anê heqaret e.Hûn ê bi kirina vê yekê bibin sedem ku zarokên we jî bibin muptelaya van nexweşiyan.”

 “Hemû tiştên we derew û sexte ne”

Memîş di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew wek Mislimanan ji meşrûkirina van pîsîtiyên di çarçoveya lihevkirina Yekîtiya Ewrûpayê de re bêdeng nemînin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelo we ji ber destpêka sê mehên pîroz banga rawestandina şer û pevçûnan nekir?Çima hûn îro dixwazin panela jirêderketîtiya zayendî tertip bikin?Gelo hûn li hemû tiştî ji hêla siyasetê ve dinêrin? Hemû tiştên we sexte û derew in.Kurdên ku bi Îslamê hatine stirîn ew ê qet musade nedin ku nirxên wan bên dejenerekirin.Em îro li vê derê wê organîzayona rezîl û tertîpkarên wan telîn dikin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê xelk tekbîran anîn û belav bûn.(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir