• DOLAR 32.411
  • EURO 34.872
  • ALTIN 2386.61
  • ...
Jêbirînên ceyranê gel bê zar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber ku ji teref DEDAŞê ve ceyran hatiye jêbirîn esnafê Navenda Dexl û Danê ya Qoserê ji hikûmet û DEDAŞê re bertek nîşan da.

Ji nişteciyên taxê Mehdiye Aydin diyar kir ku ji ber jêbirîna ceyranê ava wan yê vexwarinê jî sekiniye. Dûvre Aydin wiha pê de çû: “Ji ber ku 3-4 roj e ceyran tune ava me jî tune. Zarok û heywanên me ji bê aviyê perîşan bûne. Dê ji bê aviyê bimirin. Ne ceyran heye ne jî av. Sûcê me çiye? Hikûmet me tenê hêştiye. Em dê herin ku? Bila demildest vê yekê çareser bikin.”

Serokê Komeleya Dexl û Danê ya Qoserê Mehmet Şerîf Oter bal kişand ji ber ku ceyran hatiye jêbirîn 572 esnafê Navenda Ticaretê ya Dexl û Danê Qoserê. Dûvre Oter diyar ku cotkar wek dizan tên zanîn. Divê ku ji vê yekê re demildest çareserî were kirin. Dûvre Oter  axavtina xwe wiha domand: “Eboneyên me yên ceyranê hemî ticarî ne. Qeçax tune. Gelek însan ji vir nanê xwe derdixînin. Cotkarên ku welat têr dikin bi heman pirsgirêkê re rû bu rû mane.”

Oter bang li serokwezîr kir û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji vir bang li Serokkomar dikim. Ev nêzê salek e ku hilbijartin desrbas bûye. Hêj jî pirsgirêkên berê didome. Çandiniyê ku gel li vir aboriya xwe jê têr dike wexta bimire. Genim zer bûne. Pirsgirêka vir piçûk dibînin. Di destê midûrê navçeyê de tu tişt tune. Ev yek bes li Enqerê tê çareserkirin.”

Ji cotkaran Omer Gonul destnîşan kir ku dê heywanên wan ji bê aviyê telef bibin. Dûvre Gonul wiha pê de çû: “Him ceyrana me hatiye vebirîn him jî avê me sekiniye. Em diçin bi DEDAŞê re li hev tên dîsa ceyranan dibirin. Ev 3 roj e ku em perîşan bûne. Dê heywanên me ji bê aviyê telef bibin.”

Ji nişteciyan Cebraîl Taşçi belav kir ku wek cotkar mexdûr bûne. Taşçi axavtina xwe wiha domand: “Ev 4 meh e ku ceyrana 2 xetan hatiye birîn. Ji ber vê yekê ceyrana 29 bîran hatiye vebirîn. Deynê me qet tune. Min bi midûr re hevdîtin kir. Dibêjin hûn mafdar in. Lê tu tiştekî nakin.”            

Cotkar Îbrahîm Aydin wiha axivî: “3 roj e ku di gundê me de ceyran ji yek fazê tê têrkirin. DEDAŞ vê yekê bi şiklekî planî dike. Ceyrana me qeçax nînin. Dema ku ceyran ji fazekê tenê tê têrkirin naxebite. 3 roj e ku him ceyrana gund him jî yên biran tune. 4 roj e ku teziya me heye. Em di derfetên gelek zehmet de mêvanên xwe pêşewaz dikin.” (ÎLKHA)


 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir